El Nûsra li Serêkaniyê Kurdekî sivîl kuşt
El Nûsra li Serêkaniyê Kurdekî sivîl kuşt
El Nûsra li Serêkaniyê Kurdekî sivîl kuşt
Welatiyê binavê Fehed Xelo (30) îro di encama êrîşa çekdarên El-Nûsra ya li ser Gundê Xelo yê 4 kîlometrî başûrê Serêkaniyê jiyana xwe ji dest da.
Îro berî nîvro çekdarên Dewleta Îslamî ya Iraq û Bîlad El-El-Şam/Eniya El-Nûsra êrîşî gundê Xelo yê 4 kîlometrî başûrê Serêkaniyê kirin û di encama bersivdayîna şervanên YPG’ê de pevçûn nîv saetê dom kirin.
Di encama pevçûnan de welatiyê binavê Fehed Xelo yê 30 salî jiyana xwe jidest da û piştî ku kuştî û birîndarên êrîşkaran çêbûn xwe paşve kişandin.