'Eger AKP bi hêviyên gel bilîze wê hesab bide'
'Eger AKP bi hêviyên gel bilîze wê hesab bide'
'Eger AKP bi hêviyên gel bilîze wê hesab bide'
Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik diyar kir ku pêvajoya demqezenckirin û li bendêhiştinê ya AKP ev du sal in dimeşîne bi dawî dibe û destnîşan kir, ku di demeke ji bo çareseriyê fersendên mezin hatin dayîn de yên ku tu gav neavêtin wê winda bikin. Bayik anî ziman ku gel wê hesabê vê hêvîşikestinê ji hikûmeta AKP'ê bipirse.
Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik di gotara xwe ya vê hefteyê ya li rojnameyên Azadiya Welat û Yenî Ozgur Polîtîka de, zimanê êrîşkariyê yê hikûmeta AKP'ê di pêvajoyê de nîşan dide nirxand û destnîşan kir ku gel wê hesab ji AKP'ê bipirse.
Bayik ragihand ku AKP'ê ev du 2 salên 'pêvajoya çareseriyê' bi polîtîkayên demqezençkirin û bendehiştinê derbas kiriye û got, "AKP niha dixwaze xwe ji hêrsa gel a ji ber vê hêvîşikestinê rizgar bike. Lê belê dê nikaribe xwe ji vê berpirsiyariyê rizgar bike û dê gel hesab jê bipirse. Ji ber ku Tevgera Azadiyê ya Kurd bi têkoşîna xwe ya gelek aliyan ve wê bi hemû aliyan ve rastiyan nîşanî gelan bide."
Bayik da zanîn ku sebreke mezin a Rêberê Gelê Kurd û Tevgera Azadiya Kurd heye û got, "Lê belê dema hebûna gelê kurd û jiyana wê ya azad bû mijara gotinê hêzeke wê ya têkoşînê ku dikare rê li ber teqîna hêrsê ya bi her cureyê veke heye. Eger di rabûna ser piyan a gelê kurd a ji bo xwedîderketina berxwedana gelê Kobanê de ev rastî nehatibe dîtin, êdî ji bo nîşandana rastiyê ya ji bo AKP’ê wateya gotinê nemaye."
Bayik di nivîsa xwe de ev xal destnîşan kir:
"Dewleta tirk û hikûmeta AKP’ê dê gelek li helwesta maqûl û berpirsiyar a Rêberê Gelê Kurd û Tevgera Azadiyê ya Gelê Kurd bigerin lê dê nebîne. Ger wisa bidome dê poşmaniya dawî fêde neke. Dê bibînin ku keştiya penîr, bi gotin û şerê psîkolojîk nameşe. Di demeke ku ji bo çareseriyê fersendên mezin hatin dayîn de yên ku tu gav neavêtin wê winda bikin. Dîrok her dem heman derfetê nade. Hikûmeta AKP’ê dê bijî û vê yekê bibîne.
Serokwezîrê Tirk Davutoglu dixwaze ji ber polîtîkayên demqezenckirinê yên hikûmeta AKP’ê ku bi salan berdewam kir, niha Tevgera Azadiyê tewanbar bike. Ewqasî fêlbazî û durûtî nabe. AKP bi salan e hemû qirêjî û xirabiyên xwe kir stûyê muxalîfên xwe û rastiya xwe veşêre. Niha vê rêbazê di şerê li dijî Tevgera Azadiyê ya Gelê Kurd de dimeşîne jî bi kar tîne. Em careke din jî bînin bîra birêz Davutoglu ku rastiya Kurd ewqas zelal û bi şewat e ku her cure derew û dek û dolaban parçe dike û rastiya xwe ferz dike.
Sedema êrîşên polîtîkayên hikûmeta AKP’ê ew e ku dixwaze ser rastiya xwe bigire. Pêvajoya demqezenckirin û li bendêhiştinê ku du sal in dimeşandin bi dawî dibe. Rêber Apo û tevgera me gotine; “Yan tu yê gavên cidî biavêjî yan jî ev bêçalakbûn berdewam nake, dê bi têkoşînê pêvajoya çareseriyê destpê bike.” AKP a ku polîtîkayeke wê ya çareseriyê nîne, ji bo ser zîhniyeta neçareseriyê bigire xwe avêtiye erdê. Yan dê ji bo muzakere û çareseriyê gavên cidî biavêta, yan jî dê Tevgera Azadiya Kurd tewanbar bikira û ji bo neçareserkirina pirsgirêka kurd dê alozî zêde bikira û xwe ji berpirsiyariya vê aloziyê dûr bikira. Ji ber ku gelên li Tirkiyeyê du sal in ji bo pirsgirêka kurd çareser bibe û Tirkiye demokratîk bibe, hêviya Tirkiyeya nû dikirin.
AKP niha dixwaze xwe ji vê hêrsa gel a ji ber vê hêvîşikestinê rizgar bike. Lê belê dê nikaribe xwe ji vê berpirsiyariyê rizgar bike û dê gel hesab jê bipirse. Ji ber ku Tevgera Azadiyê ya Kurd bi têkoşîna xwe ya gelek aliyan ve wê bi hemû aliyan ve rastiyan nîşanî gelan bide. Hikûmeta AKP’ê ya du salên dawî heba kir, dê bedêla vê yekê giran bide. Dê bibîne ku lîstina bi gelê kurd ê ku xwedî hêviya mezin a azadiyê ye û Tevgera Azadiyê ya Kurd ku xwedî rêxistinbûneke mezin e, tê çi wateyê. Bi gotina herî ji rêzê em ê bibînin ka “gel yeman e yan beg yeman e.” Sebreke mezin a Rêberê Gelê Kurd û Tevgera Azadiya Kurd heye.
Lê belê dema hebûna gelê kurd û jiyana wê ya azad bû mijara gotinê hêzeke wê ya têkoşînê ku dikare rê li ber teqîna hêrsê ya bi her cureyê veke heye. Eger di rabûna ser piyan a gelê kurd a ji bo xwedîderketina berxwedana gelê Kobanê de ev rastî nehatibe dîtin, êdî ji bo nîşandana rastiyê ya ji bo AKP’ê wateya gotinê nemaye. Tayyîp Erdogan, AKP û ev kesên ku “devê wan heye û diaxivin” ev çend hefte ne HDP’ê mîna hedef nîşan didin. Her cure êrîşa li dijî HDP’ê hatiye rewakirin. Erdogan destnîşan kiriye ku ji bo her cezayê ku mirov ditirse bîne hişê xwe re jî amade be. Dibeje ku êdî sebra hêzên ewlekariyê û gel nemaye. Di encama vê yekê de jî endamê Meclîsa Partiyê ya HDP’ê Ahmet Karataş rastî êrîşa alîgir an hevkarên AKP’ê hat.
Vê êrîşê cesaret ji hikûmeta AKP’ê girtiye. Ti wate û nirxê gotina Ahmet Davutoglu ya dibêje ew êrîşê bi tundî şermezar dikin tine ye. Hem tu yê bibêjî; her tiştê ku neyê hişê mirovan jî tu heq dikî, hem jî dema êrîşeke ku tê hişê mirov pêk tê tu yê rabî şermezar bikî! Li cîhanê têgihîştina hemû siyasetmadarên faşîst û otorîter bi vî rengî ye. Hêna beriya demekê di pêvajoya beriya hilbijartinên herêmî de wextê li Deryaya Reş HDP’î bûn hedefa êrîşê ma Tayyîp Erdogan negot; “Li dijî HDP’ê divê gel bi vî rengî helwestê nîşan bide.” Tayyîp Erdogan û zilamên wî yên devê wan heye û diaxivin, dema tiştek dibêjin em bînin gel hev dê were dîtin ku bûyera pêk hatiye ne tiştekî ku em ne li bendê bûn e. Hatina pêncşemê ji çarşemê ve diyar e. Dijbariya AKP’iyan a li dijî HDP’ê êrîşa li dijî Ahmet Karataş aniye. Ji ber vê yekê jî ne tenê êrîşkar her wiha hikûmeta AKP’ê jî sûcdar e. Ji bo Ahmet Karataş em şîfaya xêrê dixwazin. Ti êrîş dê nikaribin têkoşîna azadî û demokrasiyê ya gelê kurd û hêzên demokrasiyê rawestînin. Ev êrîş ji tirsa wan a ji Tevgera Azadiyê tê. Lê feydeya tirsê ji ecel re tine ye. Dijminên demokrasî û azadiyê wê têk biçin; hêzên azadî û demokrasiyê dê bi ser bikevin."