Efrîniyan sînor ji holê rakir, leşkerên Tirk gel gulebaran kir
Efrîniyan sînor ji holê rakir, leşkerên Tirk gel gulebaran kir
Efrîniyan sînor ji holê rakir, leşkerên Tirk gel gulebaran kir
Bi dehan welatiyên ji gundên navçeya Şera ya Efrînê ber bi sînor ve meşiyan û li bakûrdê Kurdistanê li dijî kiryarên leşkên Tirk meş lidar xistin. Leşkerên Tirk welatî gulebarankirin û di encama gulebaranê de 2 kes birîndar bûn.
Piştî ku leşkerên Tirk gule li ser welatiyên ji gundê Dêr Soran a li ser sînorê di navbera Bakûr û Rojavayê Kurdistanê de reşandin, di encamê de 2 welatî birîndar bûn û rewşa Izet Mehmû ku yek ji birîndaran xetere û niha li Nexweşxaneya Kilîs ya Bakûrê Kurdistanê tê derman kirin. Li ser vê yekê bi dehan Efrîniyên ji gundê Aykdim a navçeya Şera û gundên derdorê berê xwe dan sînor û li ser xaka Bakûrê Kurdistranê li dijî êrîşên Leşkerên Tirk meş lidar xistin.
Tevî ku bi dehan leşkerên Tirk hatin cihê çalakiyê jî welatiyan meşa xwe dewam kirin û duruşmeyên yekîtiya gelê Kurd avêtin. Ciwanên ku tevlî meşê bibûn hêrsa xwe li dijî leşkerên Tirk nîşan dan û ji wan re gotin tu cûdahî di navbera Erdogan û Beşar El-Esed tunye. Ciwanan ji leşkeran re gotin ku Rejîma Baas wan bi çekan dikujin û Hikûmeta Tirkiyeyê jî ambargoya li ser herêmê ferzkiriye û nahêle gelê herêmê pêdiviyên xwe ji Bakûrê Kurdistanê bînin.
Meşa ku hinek ciwanên ji Bakûrê Kurdistanê jî tevlî bûn, derdora 2 demjimêran dom kir. Di heman çarçoveyê de jî di Hezîrana borî de jî leşkerên Tirk ciwanek ji gundê Dêr Soran dema pêdiviyên xwe ji wî aliyê sînor di anî qetilkirin.