'Divê Komîsyona Çareseriyê bi Ocalan û Erdogan re hevdîtinê bike'

'Divê Komîsyona Çareseriyê bi Ocalan û Erdogan re hevdîtinê bike'

Endama ne fermî ya Komîsyona Çareseriyê ya Meclîsa Tirkiyê Parlamentera BDP'ê ya Stenbolê Sebahat Tûncel diyar kir ku divê komîsyon bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û Serokwezîr Erdogan re hevdîtinê bike. Tûncel ji bo rêveçûna pêvajoyê, bal kişand ser girîngiya avakirina Komîsyona Heqîqet û Edaletê. 

Komîsyona Çareseriya ya Meclîsa Tirkiyê, ku li ser banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di meha Nîsanê de hat avakirin, xebatên xwe dewam dike. Komîsyona ku civîna xwe ya yekemîn di 9'ê Gulanê de pêk anî, mehek li dû xwe hişt.

Komîsyonê di nava vê demê de, li gel Endamê Komîteya Pêşîgirtina li Êşkencê ya Ewropayê (CPT) Prof. Dr. Yakin Erturk, ji Şandeya Meclîsa Aştiyê û rêveberê Partiya Çep û Keskan Sarûhan Orûç, akademîsyen Ozgur Sevgî Goral, Damezrînerê Navenda Bîra Edalet û Heqîqetê Mûrat Çelîkkan, Serokê ÎHD'ê Ozturk Turkdogan, Serok Giştî yê HEP a hat girtin Ferîdûn Yazar, leşkerê berê yê di şer de seqet ma Mûrat Caner û Serokê Beşa Sosyolojiyê ya Unîversîteya Tûncelî Alk. Doç. Dr. Alî Kemal Ozcan, li gelek kesan guhdarî kir.

Di nava komîsyonê de bi awayekî fermî AKP xwedî 10 endaman û BDP jî xwedî endamekî ye. Tevî endamê fermî yê komîsyonê Parlamenterê BDP'ê yê Bêdlisê Husamettîn Zenderlîoglû, ji BDP'ê Cîgirê Serokê Koma BDP'ê û Parlamenterê Mêrdînê Erol Dora, Parlamenterê Mêrsînê Ertûgrûl Kurkçu û Parlamentera Stenbolê Sebahat Tûncel beşdarî xebatên komîyonê dibin.

Komîsyona Çareseriyê gihaştiye asta nivîsandina raporê û der heqê xebatên xwe de Parlamentera Stenbolê Sebahat Tûnce bersiv da pirsên ANF'ê.

'MÎNA KOMÎSYONA LÊKOLÎNÊ AVA BÛ'

Tûncel di warê pêvajoya çareseriyê de bal kişand ser girîngiya Komîsyona Çareseriyê û got, "Di navgîn hatin bikaranîn. Yek Heyeta Mirovên Aqilmend, ya din jî Komîsyona Çareseriyê. Hikûmeta AKP'ê, Komîsyona Çareseriyê weke komîsyoneke lêkolînê ava kir. Partiya li mûxalefeta bingehîn jî cih negirt. Ji ber vê yekê hinekî lawaz dimeşe."

Tûncel da xuyakirin ku di mînakên cîhanê yên pêvajoya çareseriya şer de tê dîtin ku saziyên sêyemîn an jî garantor hatine avakirin û got, "Lê belê li Tirkiyê sîstemeke bi vî rengî tineye. Hewl hat dayîn ev kêmasî bi Heyeta Mirovên Aqilmend û Komîsyona Çareseriyê bê çareserkirin, lê belê hikûmetê ev veguherand çûkê. Heyeta Mirovên Aqilmend ket rewşeke ku bi tenê raporan amade dike û pêşkêş dike. Feydeyeke wê heye bêguman, ez girîngiyê didim vî karî û dixwazim dewam bike. Dema pêvajo ket rewşeke zor û zehmet divê, ji bo çareseriya kêm û kurtiyan bikeve nava hewldanan.

'JI BO ÇARESERIYA VÎNA DU ALIYAN PÊWÎSTE E'

Tûncel diyar kir ku Komîsyona Çareseriyê heta roja îro li mexdûr û pisporan guhdarî kiriye û got, "Eger hûnê vê pirsgirêkê çareser bikin, vîna bi dualiyan pêwîste. Divê hûn destpêkê nas bikin, dûre li ser naskirinê navgînên ji bo çareseriyê biafirînin. Di pêvajoya danûstandinan de beşdarkirina hemû beşên civakê li meseleyê, gelekî girîng e. Ji bo rêveçûna vê pêvajoyê, Komîsyona Heqîqet û Edaletê divê bê avakirin. Nuqteya hevbeş a giştî, ev e."

Tûncel bibîr xist ku ji Komîsyona Çareseriyê re demeke ji 4 mehan a xebatê hatiye naskirin û got, "Ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd ti gotin neman ku nehatin gotin. Eger Komîsyona Çareseriyê neyê dewamkirin, wê raporeke nû li refan cih bigire. Divê ev yek veguhere komîsyoneke nû."

Tûncel ragihand ku Komîsyona Çareseriyê weke komîsyonên klasîk dixebite û divê dest ji vê rêbazê were berdan û got, "Eger tê xwestin di dema pêş de dewam bike, hingî divê di temsîlkariyê de jî wekhevî hebe."

'DIVÊ KOMÎSYON BI OCALAN Û ERDOGAN RE HEVDÎTINÊ BIKE'

Parlamentera BDP'ê ya Stenbolê Sebahat Tûncel da xuyakirin ku divê komîsyon bi Rêberê Gelê Kurd Abvdullah Ocalan û Serokwezîr Erdogan re hevdîtinê bike û got, "Ev komîsyon xwedî wê berpirsyariyê ye, ku bi aliyên pirsgirêkê re hevdîtinê bike û pêşniyarên wan ên ji bo çareseriyê bigire. Lê belê hikûmet xwe nêzî vê nake. Ev rewş ji bo komîsyonê pirsgirêkeke."