Dîsa El Nusra dîsa Tirkiye

Dîsa El Nusra dîsa Tirkiye

Li gorî çavkaniyên YPG’ê yên ji Serêkaniyê ragihandin di şerê şevê din de yê Til Xeleh de 18 endamên çeteyên Dewleta Îslam Iraq û Bîladî Şam/ Eniya El Nusra hatibûn kuştin û ji wan du kes hemwelatiyên Tirkiyeyê ne. Çavkaniyên YPG’ê ragihandin ku hemwelatiyên Tirkiyeyê yê ji gundê Narlikaya ya girêdayî navçeya Sêwerega Riha ne û navê wan aşkera kir. Li gorî vê yek ji wan Ferît Orhan û yê  din jî Yakûp Şenateş e ku ji heman gundî ne.

Çavkaniyên YPG’ê li Serêkaniyê ragihandin ku di şerê şevê din de yê Til Xeleh de 18 endamên çeteyên Dewleta Îslam Iraq û Bîladî Şam/ Eniya El Nusra hatibûn kuştin û ji wan du kes hemwelatiyên Tirkiyeyê ne. Çavkaniyên YPG’ê ragihandin ku hemwelatiyên Tirkiyeyê yê ji gundê Narlikaya ya girêdayî navçeya Sêwerega Riha ne û navê wan aşkera kir. Li gorî vê yek ji wan Ferît Orhan û yê  din jî Yakûp Şenateş e ku ji heman gundî ne. Her wiha ji heman gundî Zeynel Geneler berî demeke kurt dîsa di şerê li Rojavaya Kurdistanê hatibû kuştin.

Berî niha dîsa di pevçûnên li Serêkaniyê de nasnameyên kesên ku welatiyên Tirkiyeyê ne hatibûn bidestxistin. Piştî ku navenda Dewleta Îslamî ya Iraq û Bilad El-Şam a weke baskê El-Qaîde yê Sûriyeyê û Iraqê tê zanîn ket destê YPG’ê li navendê lêgerîn hatibû kirin. Di lêgerînan nasnameyên 3 kesên ku welatiyên Tirkiyeyê ne hatibû dîtin. Nasnameya ya Muhammed Emîn Dogrucu û Îbrahîm Ozden ên ji bajarê Edeneyê û Murat Koçak ê ji bajarê Erziromê bû. Rojnameke Tirkiyeyê xwe gihandibû malbatên wan kesan û ew piştrast kiribû.

Li gorî ji çavkaniyên herêmê hatin destgirtin gundê Narlikaya yê Herêma Bûcakan e û li herêmê wek çete tên naskirin.