Di navbera Siûdî û Qatarê de aloziyeke nû der bû!
Rêveberiya Riyadê îdîa kir, ku Qatarê xwestiye statuyeke navneteweyî ji Kabeyê re bê dayin û ev yek weke 'ragihandina şer' bi nav kir.
Rêveberiya Riyadê îdîa kir, ku Qatarê xwestiye statuyeke navneteweyî ji Kabeyê re bê dayin û ev yek weke 'ragihandina şer' bi nav kir.
Wezîrê Karên Derve yê Erebîstana Siûdî Adil el Cûbeyr ji televîzyona El Arabiya re axivî û got, "Daxwaza Qatarê ya ji bo navneteweyîkirina Mekkeyê, êrîşkarî ye û ragihandina şer li dijî qraliyetê ye."
Cûbeyr got, mafê Erebîstana Siûdî ye ku bersivê bide her kesê hewl dide statuya navneteweyî bide Kabeyê.
Lê nayê zanîn bê Qatarê daxwazeke bi vî rengî kiriye yan na. Rêveberiya Dohayê rexne li Siûdiyan kiribû ku hecê siyasî dikin û ji ber ku îsal astengî derxistin pêşiya welatiyên Qatarê, serî li Raportorê Taybet ê Neteweyên Yekbûyî dabû.