Di mehekê de ji vê navçeyê 180 ciwan tevlî YPG’ê bûn

Di mehekê de ji vê navçeyê 180 ciwan tevlî YPG’ê bûn

Di nava mehekê de 180 ciwanên ji navçeya Cindêrisê tevlî nava hêzên YPG/YPJ'ê bûne.

Piştî berxwedana Kobanê û bi taybet piştî banga seferberiyê ya Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan tevlîbûna ciwanên Kurd a di nava hêzên YPG/YPJ'ê de zêde bû. Li gorî agahiyên ji rayedarên YPG'ê hatine girtin li navçeya Cindêris a Efrînê di meha buhrî tenê de 180 ciwanên ku temenê wan di nava 18-30 salî de tevlî hêzên YPG/YPJ'ê bûne.

Rayedarên YPG'ê yên herêma Cindêrisê dan zanîn ku di mehekê de 180 kesî ku ji pêkhateyên Kurd û Ereb in serî li Navenda Şehîd Nalîn a YPG'ê dane û tevlîbûna xwe ragihandine.

Fermandaran gotin ku ji bilî wan kesan kesên ku temenê wan nêzî 50 salî jî serlêdan kirine û xwestine di erka parstinê de cihê xwe bigrin û amadekariya xwe ya di demên lezgîn de anîne ziman.

Şervanên nû tevlî YPG/YPJ'ê bûne kêfxweşiya diyar kirin û gotin ku ew amede ne parastina hemû Rojava bikin û tevlî şerê li Kobanê û Cizîrê jî bibin. Gelek ji ciwanên tevlî YPG'ê bûne cihê xwe di tabûra nû ya Şehîd Osman Miqdad de girtin û ên din jî li ser tabûrên nû yên YPG'ê hatin belavkirin.