Di doza Tekçî de biryara keşfê
Di doza Tekçî de biryara keşfê
Di doza Tekçî de biryara keşfê
Di doza şivan Nezîr Tekçî yê di sala 1995'an de ji aliyên leşkeran ve hat kuştin de, dadgehê briyara keşfê da. Keşf wê di 5'ê Tebaxê de bê kirin.
Di doza şivan Nezîr Tekçî yê di sala 1995'an de ji aliyên leşkeran ve hat kuştin de, 1. Dadgeha Cezayê Giran a Eskîşehîrê wê li cihê bûyerê keşfê bike.
Serdozgeriya Komarê ya Geverê ji parêzerên malbata Tekçî re ragihand ku wê roja 5'ê Tebaxê keşf bê kirin.
Komeleya Huqûqnasên Azadîperest ku bi awayekî fermî di dozê de hat qebûlkirin, bang li hemû rêxistinên mafên mirovan, parêzer, baro û hemû saziyên medyayê kir ku bi berpirsyarî û eleqeyê nêzî bûyerê bibin.