Di doza 'KCK' ya Meletiyê de ji 8 kesan re 40 sal û 16 meh ceza

Di doza 'KCK' ya Meletiyê de ji 8 kesan re 40 sal û 16 meh ceza

Di doza 'KCK Meletî' de ku tevî Hevserokên BDP'ê yên Meletiyê Gaffar Bayram û Zehra Goçen 7 jê girtî 10 kes tên darizandin, îro rûniştina biryarê hat kirin û li pênc kesan bi giştî 25 sal û 10 meh cezayê girtîgehê hat birrîn.

Di doza 'KCK Meletî' de ku tevî Hevserokên BDP'ê yên Meletiyê Gaffar Bayram û Zehra Goçen 7 jê girtî 10 kes tên darizandin, îro rûniştina biryarê li 4. Dadgeha Cezayê Giran a Meletiyê hat dîtin. Di rûniştinê de 10 kesên bi girtî û ne girtî tên darizandin, xizmên wan, rêveberên BDP'ê yên Meletiyê û parêzer amade bûn. 

Piştî parastina parêzeran, heyeta dadgehê biryara xwe eşkere kir û der heqê Mehmet Toktay û Gokhan Îmer de biryara beraatê da. Tevî Hevserokên BDP'ê yên Meletiyê Gaffar Bayram û Zehra Goçer li her yek ji 8 kesan bi îdîaya "endamên rêxistinê ne" 5 sal û 2 meh cezayê girtîgehê hat birrîn.