Di dema derbazbûna wesayîta Asayîşê de teqîn
Di dema derbazbûna wesayîta Asayîşê de teqîn
Di dema derbazbûna wesayîta Asayîşê de teqîn
Li Taxa Qudûrbeg a Qamişlo dema ku wesayîta Asayişê derbaz dibû teqîn pêk hat. Di encama teqînê de endamekî Asayişê bi sivikî birîndar bû.
Li gorî nûçeya di malpera fermî ya Asayişa Rojava de hatiye weşandin, îro di demjimêr 11.00'an de li Taxa Qudûrbeg a Qamişlo dema ku wesayîta hêzên Asayişê derbaz dibû mayinek teqiya û di encamê endamekî Asayişê bi sivikî birîndar bû.
Teqîn li nêzî gumrika Qamişlo û benzînxaneya Mîdiya ya Qudûrbegê pêk hat. Ji ber teqînê camên dikan û wesayîtên li nêzî cihê bûyerê jî hilweşiyan.