Di bin konê sersaxiyê yê Îsa Huso de 20 ciwan tevlî YPG’ê bûn
Di bin konê sersaxiyê yê Îsa Huso de 20 ciwan tevlî YPG’ê bûn
Di bin konê sersaxiyê yê Îsa Huso de 20 ciwan tevlî YPG’ê bûn
Serlêdana konê sersaxiyê yê siyasetmedarê Kurd Îsa Huso didome û 20 ciwanan dibin konê sersaxiyê de sond xwarin û tevlîbûna xwe ya nava YPG’ê ragihandin.
Serlêdana konê sersaxiyê yê siyasetmedarê Kurd Îsa Hiso li taxa Kornîş a Qamişlo didome. Bi sedan kes di nav de nûnerên partî, rêxistinên siyasî, civakî û kesayetên serbixwe ji danê sibehê heta derengiya şevê serlêdana kon kirin. Her wiha îro jî şandeyên ji hemû pêkhateyan serî li konê sersaxiyê dan.
Di nava şandeyan de nûnerên Partiya Yekîtiya Lîberal a Kurdistanî, Teyar El-Musteqbel, Partiya Yekîtiya Suryaniyan, Partiya Pêşverû ya Kurd li Sûriyê (PDPKS), Desteya Niştimanî ya Ereb, Kombûna Niştimanî ya Sûriyeyê, Partiya Azadî û gelek kesayetên civakî û siyasî yên serbixwe hebûn. Her wiha ji Tirbespiyê jî nûnerên Meclîsa Gel û saziyên sivîl serlêdan kirin.
Di bin konê sersaxiyê de 20 endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger sond xwarin û tevlîbûna xwe ya nava Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ragihandin.
Di bin konê sersaxiyê de li ser navê TEV-DEM, Meclîsa Gel a Qamişlo, Partiya Yekîtiya Lîberal, Komîteya Dîplomasî ya TEV-DEM û Meclîsa gel a Tirbespiyê axaftin hatin kirin. Di axaftinan de têkoşîna Huso ya dirêj hate bibîrxistin û ji hemû pêkhateyan hate xwestin ku cihê xwe di parastina Rojava de bigirin.