'Deriyan vekin em li xaka xwe vegerin'

'Deriyan vekin em li xaka xwe vegerin'

Kobaniyên li Pirsûsê yên zarok û neviyên wan li Kobanê şer dikin, li benda roja vegera li xaka xwe ne. Kobaniyên temendirêj ên dibêjin, "Em li Helepçeyê neqediyan, li Qamişlo neqediyan, em ê li Kobanê jî neqedin" û banga "Deriyan vekin em li xaka xwe vegerin" kirin.

Kobaniyên ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ'ê neçar man Kobanê biterikînin, bi awayekî bêsebir li benda roja vegera li xaka xwe ne. Kobaniyên zarok û neviyên wan li eniyê şer dikin, ji bo careke din li xaka xwe vegerin banga alîkariyê kirin. Ahmet Reşît ê 0 salî yê ji ber şer neçar ma Kobanê biterikîne destnîşan kir ku divê Kurd li hemberî dijminên xwe bibin yek û got, "Bila dilê we yek be, em zarokên mafê ne." Reşît axaftina xwe wiha dewam kir: "Em hemû yek in. Di nava me de fesadî nîne, dijminên me yek e û xedar e. Her kes rabûye li dijî me şer dike, hewl didin me biqedînin, me bihelînin. Lê belê bila zanibin ku em naqedin. Em li Helepçeyê neqediyan, li Qamişlo neqediyan, em ê li Kobanê jî neqedin. Em mirovên şerxwaz nînin, em mirovên aştîxwazin. Bila her kes rabe ser piyan. Her kes bibe yek û bila van deriyan vekin."

'DERIYAN VEKIN, EM LI XAKA XWE VEGERIN'

Îbrahîm Elî yê 70 salî diya rkir ku ew li Pirsûsê di nava şert û mercên zehmet de dijîn û got, "Bang li her kesî dikim: Bila vî derî vekin, em li xaka xwe vegerin. Emrê min li Kobanê derbas bû. Ji ber ku ji xaka xwe derketime, gelekî xemgîn im. Ez li xaka xwe vegerim ev besî min e. Çi dibe bila piştre bibe. Her tiştên me çûn, kevirê me xaka me çûn. Bila vî derî li me vekin em li xaka xwe vegerin."

BANGA ALÎKARIYÊ

Hecî Xalid Ehmed ê 70 salî behsa bûyerên bi serê wî de hat kir: "DAIŞ'ê êrîşî me kir. Bi tankan, bi topan êrîş kirin. Malên me milkên me talan kirin, şêlandin, bi xwe re bikirin. Eger YPG nebûya em niha zûdeyî miribûna. Bang li gelê li çar parçeyên Kurdistanê dikim: Alîkariyê bidin me."

‘EM DIXWAZIN VEGERIN’

Meryem Yûsûf a 83 salî ku 21 roj in li Pirsûsê ye got, "Em muhacir bûn, me xaka xwe û mala xwe terikandin. Her kes rewşa muhaciran dizane. Eger çete biçin, derî li me vekin em jî dixwazin li xaka xwe vegerin. Em dixwazin niha vegerin lê derî li me venakin. Tiştek weke axa mirovekî nîne."

‘EMRÊ ME LI WIR DERBAS BÛ’

Adîle Elî ya 70 salî da xuyakirin ku ew ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ'ê ji mala xwe derketine û hatine vir. Adîle Elî anî ziman ku ew dixwazin li Kobanê vegerin û got, "Emrê me li wir derbas bû. Mal û xaniyê me neman. Ji bo em nemirin, em neçar man cih û warê ku emrê me lê derbas bû, biterikînin. Eger em li vir bimînin em ê çi bikin? Her tiştên me li wir in, em matmayî man ku em ê çi bikin."

BANGA QEDANDINA ÇETEYAN

Mehmet Reşît ê 55 salî ê xwest deriyê sînor ê Kobanê bê vekirin got, "Em dixwazin ev deriyê sînor bê vekirin. Em perîşan bûn, bila alîkariyê bidin me. Em li vir li naverastê li ser rûyê erdê radizên. Kurd bi felaketê re rû bi rû mane. Banga min li hemû welatan e: Eger dixwazin tiştekî bikin bila alîkariyê bidin me, van çeteyan biqedînin.

‘MA KÎ DIXWAZE XAKA XWE BITERIKÎNE?’

Xacîre Mûstafa ya 52 salî jî wiha axivî: "Em xaka xwe dixwazin, em dixwazin vegerin. Mala me tine bû. Tiştekî me nema. Me serjê dikin, me dikujin. Gelo kî dixwaze ji xaka xwe, ji mala xwe derkeve. Lê em çi bikin tiştek ji dest nayê."