Derdora Serêkaniyê ji çeteyan tê paqijkirin
Derdora Serêkaniyê ji çeteyan tê paqijkirin
Derdora Serêkaniyê ji çeteyan tê paqijkirin
Operasyona şervanên YPG/YPJ'ê ya di şeva 3'ê Mijdarê de li rojavayê Serêkaniyê dane destpêkirin, dewam dike. Di çarçoveya operasyonê de 5 gund û 23 gundik hatin rizgarkirin, hejmareke zêde çete hatin kuştin.
Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê diyar kir ku operasyona hêzên wan di 3'ê Mijdarê de li rojavayê Serêkaniyê dane destpêkirin, dewam dike. Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku di çarçoveya operasyonê de hêzên YPG/YPJ'ê gundên Mîgran, Tîmat, Dibê, Dûadan, Emadan û 23 gundiyên ji aliyê çeteyan ve hatibûn dagirkirin, hatin rizgarkirin.
GIREKÎ STRATEJÎK HAT BIDESTXISTIN: 14 ÇETE HATIN KUŞTIN
Navendê ragihand ku hêzên wan duh bi şev saet di 23:30 de jî li nêzî gundê Alya girekî stratejîk bi dest xistine û ev agahî da: "Li vî girî 13 kuştiyên çeteyan hat tesbîtkirin. Hêzên me li vê derê dest danîn ser 1 Pickup, doçkayek 14.5 û hezar guleyên wê, 2 keleş, demançeyek, 30 bombeyên destan, 2 sindoq guleyên keleşan, 2 sindoq guleyên BKC, 5 guleyên B7 roket-avêj û ya ku agir berdidê, her wiha telefonek destan. Cenazeyekî çeteyan jî di destê hêzên me de ye.
Hêzên me bi awayekî hemwext çeteyên li derdora Rawiya xendek dikolan hedef girtin. Êrîşa li dijî çeteyan bi mesafeyek nêz bi roket-avêja B7 pêk hat û dozera çeteyan hat îmhakirin. Lê hejmara kuştî û birîndarên çeteyan li vê derê nehat tesbîtkirin."