Der barê bûyera Çewlikê de li Amedê kesek hat binçavkirin
Der barê bûyera Çewlikê de li Amedê kesek hat binçavkirin
Der barê bûyera Çewlikê de li Amedê kesek hat binçavkirin
Der barê êrîşa çekdarî ya duh li Çewlikê di çarçoveya lêpirsîna hatiye vekirin li Amedê welatiyekî bi navê Alî Kiliçgedîk hat binçavkirin û ew birin emniyeta Çewlikê.
Li Çewlikê piştî êrîşa çekdarî ya li hemberî amîrên polîsan ku di nav wan de Midûrê Emniyetê yê Bajêr Atalay Urker jî hebûn, di ketina Pira Darahênê de di wesayîta ji aliyê polîs û leşkeran hat gulebarankirin de 4 kes hatin kuştin.
Piştî bûyerê di çarçoveya lêpirsîna hat vekirin de 6 kes hatin binçavkirin. Danê êvarî jî welatiyê bi navê Alî Kiliçgedîk ê li Amedê dijî hat binçavkirin. Kiliçgedîk ê hat binçavkirin ji bo îfadeyê birin Midûriyeta Emniyeta Bajêr a Çewlikê.