Dema 2 ciwana jiyana xwe jidest da 16 kes tevlî YPG’ê bûn

Dema 2 ciwana jiyana xwe jidest da 16 kes tevlî YPG’ê bûn

Piştî ku îro 2 endamên Tevgera Jinên Ciwanê ên Şoreşger di teqîna gundê Zexîra de jiyana xwe jidest dan 16 endamên ciwanên şoreşger tevlî YPG᾿ê bûn.

Piştî bûyera teqîna li gundê Zexîra ya di navbera Çelaxa û Girkê Legê de ku di encamê de 2 endamên Tevgera Jinên Ciwan ên Şoreşger jiyana xwe jidest dan. li Qamişlo 16 endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger tevlî nava refên Yekîneyên Parastina Gel (YPG)᾿ê bûn.

Endamê Koordînesyona Tevgera Ciwanên Şoreşger Aram Qamişlo da zanîn ku, bi armanca piştgiriya hêzên YPG᾿ê ku parastina nirxên gel dikin endamên wan tevlî YPG᾿ê bûne. Qamişlo destnîşan kir ku, 16 endamên wan berê xwe dane Çelaxa da ku li dijî êrşkarên îslamî şer bikin.