Dê sibe li Silêmaniyê ji bo Rojava meş were li darxistin
Dê sibe li Silêmaniyê ji bo Rojava meş were li darxistin
Dê sibe li Silêmaniyê ji bo Rojava meş were li darxistin
Komeleya Ciwanên Kurdistanê yên Welatparêz,wê sibe li bajarê Silêmaniyê yê Başûrê Kurdistanê, bi armanca şermezarkirina êrîşên komên çete yên li ser Rojavayê Kurdistanê, girtina deriyê sînor yê Sêmalkaû piştgiriya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) meşeke bi meşaleyî dar bixe.
Meş dê sibe êvarê li Siholkeya Cadeya Salim destpê bike û li Parka Azadaî bidawî bibe.
Komîteya amadekar a meşê diyar kir ku, armanca wan ji vê meşê ewe ku piştgiriya berxwedana gelê Rojavayê Kurdistanê û YPG bikin. Komîteyê diyar kir ku, ew dê di meşê de kiryarên hin komên li Başûrê Kurdistanê ku bi navê "Cîhadê" ciwanan birêxistin dikin û ji bo şerê Kurdan bikin wan rêdikin Rojavayê Kurdistanê jî şermezar bikin.