Dayikên Êzidî dixwazin bibin hêza parastinê -BI DÎMEN E-
Dayikên Êzidî dixwazin bibin hêza parastinê -BI DÎMEN E-
Dayikên Êzidî dixwazin bibin hêza parastinê -BI DÎMEN E-
Dayikên Êzidî diyar kirin ku piştî êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên 3'ê Tebaxê li hemberî Şengalê HPG û YJA-STAR’ê baweriyek mezin daye wan û wiha got: “Ger PKK tunebûya Êzidiyan wê li Çiyayê Şengalê jiyana xwe ji dest bidana. PKK bû bersiva qîrîna me û em ji komkujiyê rizgar kirin. Niha di dewreyên perwerdehiyê de perwerdeyê didin keçên me."
Piştî êrîşa DAIŞ’ê li hemberî Êzidiyan bi hezaran kes hatin qetilkirin, bi sed hezaran li Çiyayê Şengalê bi cih bûn. Lê êrîşên DAIŞ’ê li Çiyayê Şengalê jî berdewam kirin. Fermandariya Birryargeha Navendî ya Parastina Gel di 4’ê Tebaxê de daxuyaniyek da û diyar kir ku wê gerîla gelê Êzidî rizgar bike û piştî vê gerîla çûn çiyayê Şengalê û li dijî çeteyan gel parast.
Dayikên Êzîdî diyar dikin ku ger PKK tunebûya wê ew jî îro tinebûna.
Dayika Xecê diyar kir ku gerîlayên YJA STAR’ê perwerdeyê didin keçan, ew gelek kêfxweş bûne û wiha got: “Sedema vê komkujiyê ev e ku mekanîzmayeke me ya parastinê tune. Me 74 komkujî jiya. Divê mekanîzmayeke me ya parastinê hebe. Ji bo vê gerîlayên YJA STAR’ê perwerdeyê didin keçên me. Ji ber ku niha bi hezaran keçên me di destê DAIŞ’ê de ne. Em ji hêzên gerîlayan re spas dikin û ji Rêber Apo re silavan dişînin."
Dayika Zelal bi lêv kir ku hewcedariya jinan bi parastinê heye û wiha berdewam kir: “Em di dîrokê de her tim rastî komkujiyan hatin. Ji bo ev komkujî pêk neyên hewcedarî bi parastinê heye. Gerîlayên YJA STAR’ê divê perwerdeyê bidin me.
Dayika Ayşe jî got, "PKK’ê em tenê nehiştine û PKK ji bo me li çiyayê Şengalê şer dike. Ji bo azadiya Şengalê em jî dixwazin çekan bigirin destê xwe û şer bikin."
Dayika Xanê jî anî ziman ku ger PKK tunebûya wê gelê Êzidî jî tune bûya, ji bo PKK’ê spasî kir û ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re jî silav şand.