Danûstandinên aboriyê yên DYA û welatên Afrîkayê bê encam man
Danûstandinên li ser peymana bazirganiya serbest a navbera Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) û welatên Afrîkayê, dîsa bê encam man.
Danûstandinên li ser peymana bazirganiya serbest a navbera Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) û welatên Afrîkayê, dîsa bê encam man.
Serokê nû yê DYA Donald Trûmp xwe ji Peymana Bazirganiyê ya Pasîfîk a Trans û ji danûstandinên li ser Hevkariya Razemenî û Bazirganiya Transatlantîk (TTIP) a bi Yekîtiya Ewropayê re (YE) vekişandibû.
Trûmp her wiha gef xwaribû ku xwe ji Peymana Bazirganiya Serbest a Bakurê Amerîkayê (NAFTA) ku DYA, Kanada û Meksîka endamê wê ne, vekişîne.
Trûmp di mijar abazirganiya derve ya bi Afrîkayê re xwedî helwesteke zelal nîne. Sermuzakerevanên Trûmp, bi welatên Afrîkayê re li hev nekirin.
Danûstandinên di çarçoveya "Qanûna Firsendan û Mezinbûnê ya Afrîkayê (AGOA)" li welatê Togo yê li rojavayê Afrîkayê dihatin meşandin.
Ji Afrîkayê 38 welat endamên AGOA ne. Di çarçoveya AGOA de baca gumruka bi hezaran berhemên cuda yên ji DYA re tên, ji van welatan nayê girtin. Lê belê tê gotin, ku hemû welat bi rengekî wekhev sûdê ji vê nagirin û pêwîstî bi planeke nû ya li gorî berjewendiyên hemû welatan heye.