Dag ê polîsan qetil kir hat defnkirin

Dag ê polîsan qetil kir hat defnkirin

Cenazeyê Murat Dag ê ku ji aliyê polîsan ve di çalakiyên ji bo Kobanê hatin lidarxistin de hate qetilkirin ji aliyê hezaran kesan ve bi slogana "Qatîl polîs" hate definkirin.

Cenazeyê Murat Dag (24) ê ku li Taxa Fatîh a Rezan di çalakiyên ji bo Kobanê de ji aliyê polîsan ve hatibû birîndarkirin û li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da serê sibê heya niha li morga Goristana Yenîkoyê ji bo dayika wî bê dan sekinandin. Cenazeyê Dag di seatên êvarê de bi tevlîbûna girseya di nav de Parlamentera HDP'ê Nursel Aydogan, rêveberên MEYADER, Dayikên Aştiyê, hevşaredarên navçeyan, rêveberên DBP'ê û gelek kesên din ji morgê hate wergirtin û nimêja cenaze hate kirin. Pişt re darbesta Dag a bi alên kesk, sor û zer ji aliyê ciwanan ve hate hilgirtin û bi meşê ber bi goristanê ve birin. Di meşê de sloganên "Qatîl Erdogan", "Kurdistan dê ji DAIŞ'ê re bibe gor", "Qatîl DAIŞ hevpar AKP" û "Bijî Serok Apo" hatin berzkirin û posterên Dag hatin hilgirtin. Di dema definkirinê de malbat û xizmên Dag lorîk barandin û demên hestiyar pêk hatin. Piştî karên definkirinê Hevseroka MEYADER'ê Leyla Ayaz axivî û şîdeta polîs û AKP'ê rexne kir û wiha got: "Ev hovîtî di salên 90'an de jî tune bû." Parlamentera HDP'ê Nursel Aydogan jî bal kişand ser berxwedana Kobanê.

Xalê Dag Kemal Akar jî wiha got: "Murat şehîdê Kurdistanê ye. Şehîdê me hemûyan e. Şehîd namirin." Dayika Dag û hevsera wî ya ducanî bi deqeyan li ser gorê lorîk barandin û demên hestiyar pêk hatin. Li Mala Şînê ya Badikaliyan a li Rezan wê sersaxiyên Dag bên qebûlkirin.