Ciwanên Partiya Asûrî û PYD li hev civiyan
Ciwanên Partiya Asûrî û PYD li hev civiyan
Ciwanên Partiya Asûrî û PYD li hev civiyan
Li ser vexwendina ciwanên Partiya Asûrî ya Demokratîk ji bo ciwanên PYD᾿ê, civînek di nava her du aliyan de hate lidarxistin. Di civînê de mijarên wek karê hevbeş di navbera ciwanên Kurd û Asûrî de hate gotûbêjkirin.
Civîna ku li navenda Partiya Asûrî ya Demokratîk hate lidarxistin, bi rêzgirtinê destpê kir. Piştre Endamê PYD᾿ê Husên Berî axivî û da zanîn ku pêwîstiya pêkhateyên herêmê bi karê hevbeş heye. Di civînê Endamê Ragihandinê yê Partiya Asûrî ya Demokratîk axivî û bixêrhatina ciwanên Kurd kir û destnîşan kir ku pêwîst e civînên hevbeş dewam bikin.
Civîn bi axaftina Endamê Ciwanên Partiya Asûrî ya Demokratîk Nînos Asûr axivî û diyar kir ku feydeya civînên bi vî rengî ji bo her du aliyan heye.
Ji Ciwanên PYD᾿ê Şiyar Mihemed jî axivî û spasiya partiya Asûriyan kir û da zanîn ku di pêşerojê de dê civînên bi vî rengî li dar bixin. Di dawiya civînê de geşedanên dawî yên li Sûriyeyê û Rojavayê Kurdistanê hatin gotûbêjkirin.