Ciwanê li Serêkaniya Bakur birîndar bû, jiyana xwe ji dest da

Ciwanê li Serêkaniya Bakur birîndar bû, jiyana xwe ji dest da

Ciwanê 17 salî yê bi navê Mahsun Ertugrul, ku duh bi guleyên endamên El Nusra'yê birîndar bûbû, li gel hemû hewldanan nehate rizgarkirin û di nexweşxaneyê de jiyana xwe ji dest da. 
 

Ciwanê bi navê Mahsûn Ertugrul dema ku duh li navçeya Serêkaniya Serxetê bûbû hedefê guleyên Eniya El Nusra'yê, ji singa xwe birîndar bûbû. Piştî mudaxaleya destpêkê, Ertugrul sewqî Rihayê hate kirin, li gel hemû hewldan nehate rizgarkirin û jiyana xwe ji dest da. Ji bo Ertugrul, li Taxa Aydinlikê konê sersaxiyê hate vedan.