Ciwan diherikin nav refên YPG'ê

Ciwan diherikin nav refên YPG'ê

Bi dehan endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger li bajarên Kobanê û Qamişlo tevlî nav refên Yekîneyên Parastina gel (YPG) bûn.

Piştî ku komên çete yên Dewleta Îslamî ya Iraq û Bîlad El-Şam/Eniya El-Nusra li dijî gelê Kurd êrîşên hovane destpê kirin,  sazî û rêxistinên Rojavayê Kurdistanê banga seferberiyê kir, li ser vê bangê li bajarên Kobanê û Qamişlo bi dehan endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger tevlî nav refên YPG'ê bûn.

Li bajarê Kobanê Ciwanên Şoreşger ragihandin ku 40 endamên wan bi navê Koma Şehîd Viyan tevlî nav refên YPG'ê bûne.

Li aliyekî din rayedarên Mala Gel a Kobanê diyar kirin ku nêzî 1500 kesan ji bo ku alîkariya YPG'ê bikin navên xwe qeyd kirine.

Bi heman armancê nêzî 600 kesan navên xwe li Navenda Asayişa Kobanê qeyd kirne, ji wan 100 kes hatine erkdarkirin.

Li bajarê Qamişlo jî bi armanca ku tevlî nav refên YPG'ê bibin koma ciwanên ku ji 40 kesî pêk tê perwerdeya rojekê ya bikaranîna çekan bi dawî kirine.  Li gorî rayedarên YPG’ê di 3 rojên dawiyê de 3 komên ciwanan perwerdeya bikaranîna çekan bidawî kirine û xwe ji bo piştgiriya yekîneyên YPG'ê amade kirine.

Komên ku perwerdeya xwe bi dawî kirin wê ji bo parastinê li bendên Kontrolê yên YPG'ê werin erkdarkirin.