Civîna Komîteya Amadekar a Kongreya Netewî destpê kir
Civîna Komîteya Amadekar a Kongreya Netewî destpê kir
Civîna Komîteya Amadekar a Kongreya Netewî destpê kir
Civîna sêyemîn a Komîteya Amadekar a Kongreya Netewî ya Kurd destpê kir.
Komîteya amadekar a ji 21 kesan ji bo Kongreya Netewî ya Kurd hatiye amadekirin, dest bi civîna xwe ya sêyemîn kir. Yekgurtiyê Îslamî Kurdistan, Komala Îslamî Kurdistan û Tevgera Goran ku tevlî her du civînên destpêkê nebûn, di civîna îro de amade ne û yekemcar komîteya amadekar bi hemû kadroyên xwe civiya.
Civîn diviyabû saet di 11'an de destpê bikir, lê ji ber merasîma cenazeyê Wezîrê berê yê Çandê yê Herêma Kurdistana Federal û Nivîskar Felakeddîn Kakeyî, saet di 14.00'an de destpê kir. Civîn hînê dewam dike.