Çîniyên li Silopiyê hatibûn desteserkirin serbest hatin berdan

Çîniyên li Silopiyê hatibûn desteserkirin serbest hatin berdan

3 karkerên Çînî yênku di Santrala Termîk a li navçeya Silopî ya Şirnexê de dixebitin û roja 25’ê tebaxê ji aliyê gerîlayên HPG’ê ve hatibûn desteserkirin, serbest hatin berdan û radestê rêveberên ÎHD’ya Şirnexê hatin kirin.

Li gorî agahiyên hatin wergirtin, roja 25’ê tebaxê, li navçeya Silopî ya Şirnexê 3 karkerên Çînî  yên ku di Santrala Termîk  de dixebitin ji aliyê gerîlayên HPG’ê ve hatibûn desterkirin.

Her sê karkerên Çînî îro serbest hatin berdan û radestê rayedarên ÎHD’ê hatin kirin.