Çeteyên El Qaîdeyê bi sedan sivîl revandin

Çeteyên El Qaîdeyê bi sedan sivîl revandin

Komên girêdayê El Qaîdeyê ên ku nirxên mirovahî û qûralên şer nasnakin, hate ragihandin ku li du gundên herêma Helebê 200 Kurd dîl girtine.

Dewleta Îslamî ya Iraq-Şam û Eniya El Nusra ku bi çekên giran ên ji welatên biyanî digire, gundên Kurdan û bajarên Rojavayê Kurdistanê bombebaran dike, êrîşî gundên til Arîn û Til Hasil ên herêma Helebê kir. Li gorî nûçeya AFP’ê, Mala Çavdêriyê ya Mafê Mirovan ya Sûriyeyê ku navenda wê li Londonê ye da diyarkirn ku, cîhadxwazan gundê Til Arîn girtine dest û ragihand ku gundê Til Hasil jî dorpêç kirine. Mala Çavdêriyê da diyarkirin ku, li her du gundan 200 Kurdên sivîl dîl girtine.

Sivîl birin cihekî nayê zanîn. Pevçûn piştî roja Yekşemê di demjimêrên sibehê de şefên yekîneyên girêdayî El Qaîdeyê fermana êrîşa ser Eniya El Ekrad destpê kir. Li gorî Mala Çavdêriyê, El Qaîdeyên ku li dijî navenda El Ekrad ya li Til Hasilê êrişekî berfireh daye destpê kirin. Hate destnîşankirin ku, di nav de 11 şervan heyî bigiştî 16 Kurdan jiyana xwe ji dest da, her wiha di nav de şefek yê El Nusra heyî 10 êrişkar jî mirin. El Ekradê dabû xuyakirin ku, di van êrişan de bi dehan endamên El Qaîdeyê kuştine.

Komên El Qaîdeyê ên 16’ê Tîrmehê ji aliyê hêzên YPG’ê ve ji Serêkaniyê hatin derxistin, bi topên hewanê taxa Mahat bombebaran kirin. 31’ê Tîrmehê piştî xwarina fitarê tax dan ber topan. Nehate zanîn ku, ka mirî û birîndar hene yan na.