Çeteyên DAIŞ’ê li Kobanê sivîlek qetil kirin
Çeteyên DAIŞ’ê li Kobanê sivîlek qetil kirin
Çeteyên DAIŞ’ê li Kobanê sivîlek qetil kirin
Çeteyên DAIŞ'ê îro piştî nîvro ji welatiyên Herêma Kobanê ku li ser sînor kom bibûn welatiyek kuştin.
Çeteyên DAIŞ'ê ku bi hemû hêza xwe û çekên herî giran ev 26 roj in êrîşî herêma Kobanê dikin û hewl didin bajar bi dest bixin, dest bi kuştina sivîlan kirin.
Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, îro saet di 16.00'an de segvanên çeteyan welatiyên Kobanê yên sivîl ku li ser sînor li gundê Til Şeîr ê rojavayê herêmê kom bubûn hedef girtin û di encamê de welatiyê sivîl jiyana xwe jidest da.
Li gorî nûçeya ANHA’yê, gelê sivîl ên li ser sînor nikarin biçin cenazeyê kesê hate qetilkirin bînin.
Beriya niha Hikûmeta Herêma Kobanê û Hevseroka PYD'ê Asya Ebdullah bang li civaka navneteweyî kirin ku ji bo Kobanê û riyeke bi ewle vekin. Li ser vê bangê Nunerê NY yê Taybet ê Sûriyeyê Staffan de Mistura, îro li Cenevreyê daxuyaniyek da û ji Tirkiyeyê xwest ku ji bo Kobanê bikeve nava hewldanan û korîdor veke.