Çeteyên 4 caran êrîş kirin rastî berxwedana YPG'ê hatin

Çeteyên 4 caran êrîş kirin rastî berxwedana YPG'ê hatin

Di berxwedana Kobanê ya ketiye roja xwe ya 25. de pevçûnên dijwar diqewimin. Çeteyên ku duh bi şev bi taybetî li eniyên rojhilat û başûr dest bi êrîşê kirin, rastî bersiva YPG/YPJ'ê hatin. Li gorî agahiyên destpêkê 33 çete hatin kuştin. Pevçûn danê sibê dijwartir bûn.

Çeteyên DAIŞ'ê yên duh tevahiya rojê heft caran li Kobanê êrîş kirin û her êrîşa wan bi berxwedana YPG/YPJ'ê hat şikandin, ji duh bi şev û vir ve li eniyên başûr û rojhilat ji nû ve dest bi êrîşê kirin.

ENIYA ROJHILAT

Li gorî agahiyên nûçegihanên li herêmê dayî, li eniya rojhilat li taxa Kaniya Kurdan ji duh berêvarê û vir ve çeteyan çar caran êrîş kirin. Çeteyên ku di her çar êrîşan de rastî berxwedana YPG/YPJ'ê hatim, derbên giran xwarin. Di pevçûnên li vir de 13 çete hatin kuştin.

Li Miştenûrê jî ku di hefteyên dawî de şer lê giran bû, duh tevahiya şevê pevçûnên dijwar qewimîn. Di çalakiya YPG'ê ya li vir li dijî komeke çete de 8 çete hatin kuştin.

ENIYA BAŞÛR

Eniya Başûr; pevçûnên dijwar ên duh bi şev li ser rêya Helep û gunde Termîkê destpê kirin, dewam dikin. Hat hînbûn ku di pevçûnan de heta niha 10 çete hatine kuştin, wesayîteke leşkerî jî hatiye îmhakirin.

ENIYA ROJAVA

Şervanên YPG/YPJ'ê, li eniya Rojava jî li hemberî nuqteyeke çeteyan çalakiyek lidar xistin. Çeteyên li vir reviyan.

ÊRÎŞEKE NÛ

Hat hînbûn ku çeteyan îro danê sibê bi çekên giran ên di destê xwe de ji her sê eniyan dest bi êrîşeke nû kirine.