Çete li ser talanê bi hev ketin: 2 payebilind mirin

Çete li ser talanê bi hev ketin: 2 payebilind mirin

Komên çete yên bi navê Dewleta Îslamî ya Iraq û Şam/Eniya El-Nusra û Ehrar El-Şam, li ser parvekirina tiştên ku di talankirina malên kurdan de anîbûn, bi hev ketin. Hate gotin ku di encama nîqaşan de Cîgirê Serokê Ehrar El-Şam û Berpirsyarê Deriyê Sînor ê Til Ebyadê Ebû Yehya El-Kurdî û Serokê koma Sexanan Ebdo Elî Senîn hatin kuştin.

Her roja ku diçe gemariyek din a komên çete derdikeve holê û rûyê wan ê rast baştir tê dîtin. Komên ku ev bi rojan e welatiyên sivîl dikujin, êşkence li wan dikin û malên wan talan dikin, niha jî li ser parvekirina malên welatiyan bi hev ketin. Ev nîqaş digihîjin wê astê ku li ser vê parvekirinê rayedarên herî bilind ên hevûdin dikujin. Ev jî nîşan dide ku armanca van koman tenê dijmirovahî û talankirin e.

Di malpera fermî ya koma bi navê Ehrar El-Şam ku ew jî girêdayî Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê ye de hate destnîşankirin ku Cîgirê Serokê Ehrar El-Şam ê bi navê Ebû Yehya El-Kurdî û parasvanên wî hatine kuştin. Di nûçeyê sedema kuştinê û dîroka wê nehatiye diyarkirin, lê li gorî hinek çavkaniyên Artêşa Azad El-Kurdî di encama nîqaşên di navbera wan û Dewleta Îslamî yên li ser tiştên ku ji welatiyan hatine girtin de hatiye kuştin.

Hate hînbûn ku El-Kurdî ji bajarê Qamişlo ye û di heman demê de Berpirsyarê Deriyê Sînor ê Girê Spî (Til Ebyadê) bû.

SEROKÊ KOMA DIZAN JÎ HAT KUŞTIN

Li aliyê din hate ragihandin ku Serokê koma bi navê Sexanan Ebdo Elî Senîn ku bi diziyê têne nasîn û ew jî giredayî Ehrar El-Şam in duh saet derdora 21.30’an de hatiye kuştin. Hate gotin ku Elî Senîn jî di encama nîqaşên li ser parvekirina talanê de ji aliyê endamên Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê de hatiye kuştin.