Cenazeyên 8 şervanên YPG'ê û endamên Asayîşê hatin oxirkirin

Cenazeyên 8 şervanên YPG'ê û endamên Asayîşê hatin oxirkirin

Şervanên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) yên bi navê Çekdar Amed, Rustem Botan, Canfîda Rojava, Zinar Dêrik û Enwer Qoqyanî, endamên Asayîşê, Mistefa Îso û Dawûd Seydo, zaroka bi navê Nalîn Teqreq ku li Serêkaniyê û herêma Çelaxa jiyana xwe ji dest dabûn, li Dêrik û Dirbêsiyê bi merasîman hatin oxirkirin.

Cenazeyên şervanên YPG’ê yên di şerên li dijî Dewleta Îslamî ya Iraq û Bîlad El-Şam/Eniya El Nusra de jiyana xwe ji dest dabûn bi merasîman hatin oxirkirin. Cenazeyên şervanên YPG’ê yên bi navê Çekdar Amed, Rustem Botan, Zinar Dêrik ku di pevçûnan de jiyana xwe ji dest dabûn û Endama Tevgera Jinên Cîwan ên Şoreşger Canfîda Rojava ku di encama êrîşa bombeyî de jiyana xwe ji dest dabû, ji Nexweşxaneya Wetanî ya Dêrîkê hatin girtin û bi sedan wesayîtan ber bi Goristana Şehît Xebat Dêrik ve hatin birêkirin.

Piştî êrîşên întîharî yên Dewleta Îslamî ya Iraq û Bîlad El-Şam/Eniya El Nusra, Saziya Malbatên Şehîdan diyar kir ku ew ê ji bo ewlehiya gel merasîm û civînên gel yên girseyî pêk neyînin. Lê gelê Kurd  şervanên YPG'ê bi tenê nehiştin û bi hezaran li pêşiya Nexweşxaneya Watanî ya Dêrikê kom bûn.

Darbestên şervanên YPG’ê ku bi alên kesk, sor û zer hatibûn xemilandin, li ser milê şervanên YPG’ê ji nexweşxaneyê hatin derxistin û li wesayîtan hetin siwarkirin. Wesayîtên bi wêneyên mezin yên şervan û alên YPG’ê hatibûn pêçan, di nava kolanên bajêr re derbas bû.

Konvoya bi sedan wesayîtan pêk dihat dema di nava kolanên bajêr de derbas dibû, bi sedan şêniyên bajêr li ser rê bi têlîliyan ve siloganên "şehît namrin”, “Bijî berxwedana YPG’ê”, “Bijî Serok Apo" cenaze pêşwazî kirin. Her wiha bi sedan jinên derketine ser rê, birinc reşandin ser wesayîtên cenazeyan.

Dema ku cenazeyên şervanê YPG'ê gîhiştin Goristana Şehîd Xebat Dêrik demên hestewar hatin jiyankirin. Li goristanê ji bo cangoriyên azadiyê deqeyek rêz hate girtin. Li vir li ser navê malbatan axaftin hatin kirin. Bavê Çekdar Amed û Rustem Botan axivî û diyar kir herdu kurên wî ji bo azadiya gelê kurd xwe feda kirine.

Piştî axivtinan cenazeyên şervanên YPG’ê û endama Ciwanên Şoreşger bi silogan û têlîliyan spartin axê.

Cenazeyên şervanê YPG’ê Enwer Qoqyanî, endamên Asayîşê Mistefa Îso û Dawûd Seydo, zaroka bi navê Nalîn Teqreq a 11 salî ku di şerê li Serêkaniyê de jiyana xwe ji dest dabûn jî li Goristana Şehîd Rustem Cudî ya li gundê Berkevirê hatin definkirin.

4 cenaze şevêdin ji aliyê sedan welatiyên ji Dirbêsiyê û Serêkaniyê ji Navenda Saziya Malbatên Şehîdan a Dirbêsiyê hatin wergirtin û piştî merasîmekê ber bi Goristana Şehîd Rustem Cudî ve hatin birêkirin. 

Di merasîma ku bi rêzgirtinê destpê kir de, li ser navê Saziya Malbatên Şehîdan malbatên Mistefa Îso, Dawûd Seydo, Enwer Qoqyan û Nalîn Teqreq axaftin kirin. Di axaftinan de hate diyarkirin ku gelê kurd dê heta dawî li ser riya cangoriyên azadiyê û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan bimeşe. Li ser navê Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Ebdulîlah Erebo jî axivî û êrîşên çekdarên El-Nusra şermezar kirin. Erebo helwesta hin partiyên kurdî jî rexne kir û da zanîn ku hin partiyên kurdî jî piştgiriya El-Nusra dikin.

Piştî axaftinan çar cenaze bi karwanekî wesayîtan birin gundê Berkevirê û li Goristana Şehîd Rustem Cudî spartin axê.