Cenazeyên 7 şervanên YPG/YPJ'ê anîn Rihayê
Cenazeyên 7 şervanên YPG/YPJ'ê anîn Rihayê
Cenazeyên 7 şervanên YPG/YPJ'ê anîn Rihayê
Cenazeyên 7 berxwederên YPG/YPJ’î yên di berxwedana Kobanê de jiyana xwe ji dest dan anîn Rihayê. Veysel Muhammed. Leyla Xalîp û Mehmud Rêwî yên ku di şer û pevçûnan de birîndar bûn ji Deriyê Sînor ê Murşîtpinarê anîn Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê. Lê her sê berxwedêrên YPG û YPJ’ê tevî mudaxaleyan nehatin rizgarkirin. Li aliyê din Mehmud Akgul, Engîn Taştan, Sîpan Agir û Mazlum Dogan jî Deriyê Sînor ê Murşîtpinarê hatin wergirtin. Cenazeyên 7 YPG û YPJ’ê ji bo otopsiyê anîn Saziya Tiba Edlî ya Rihayê. Ji ber ku malbatên berxwedarên YPG û YPJ’ê hê nehatine cenaze wê piştî otopsiyê rakin Morga Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Mehmet Akîf Înan a Rihayê.
Hate hînbûn ku Sîpan Agirî ji Îranê ye.