Cenazeyê şervanê YPG’ê Egîd bigirseyî spartin axê

Cenazeyê şervanê YPG’ê Egîd bigirseyî spartin axê

Cenazeyê şervanê YPG’ê Basil Himêdî binasnav Egîd ji aliyê hezaran kesî ve li goristana Şehîd Refîq hate definkirin.

Cenazeyê şervanê Yekîneyên Parastina Gel (YPG)’ê Basil Himêdî binasnav Egîd ku di pevçûnên duh li Şêxmeqsûd ya Helebê di navber hêzên YPG’ê û çekdarên Lîwai Ensar El-Îslam de jiyana xwe jidest da, îro ji aliyê hezaran kesî ve li goristana Şehîd Refîq a li gundê Metîna ya navçeya Şera ya Efrînê hate definkirin.

Bi hezaran kes di demjimêr 17.30’an de li ber navenda Saziya Malbatên Şehîdan ku cenazeyê şervanê YPG’ê Egîd lê hatibû bicihkirin kombûn. Piştî wergirtina cenaze welatî bi karwanekî wesayîtan ber bi goristana Şehîd Refîq a li navçeya Şera oxirkirin. Karwanê ku ji sedan wesayîtan pêk dihat li nava bajêr geriya û piştre ber bi gorstanê ve birê ket.

Piştî ku karwanê wesayîtan gihişte goristanê, cenaze ji aliyê hezaran kesî ve bi siloganan hate definkirin.