Cenazeyê şervana YPJ'ê Bekir li Pirsûsê spartin axê
Cenazeyê şervana YPJ'ê Bekir li Pirsûsê spartin axê
Cenazeyê şervana YPJ'ê Bekir li Pirsûsê spartin axê
Cenazeyê şervana YPJ'ê Ayşe Yildirim (Emîne Şêx Bekir), li Goristana Şaredariya Pirsûsê spartin axê.
Cenazeyê şervana YPJ'ê Ayşe Yildirim (Emîne Şêx Bekir), ku mehek berê di şerê li Kobanê de jiyana xwe ji dest dabû li Goristana Şaredariya Pirsûsê ya Rihayê hat definkirin. Rêveberên MEYADER'ê piştî cenaze ji Nexweşxaneya Mehmet Akif Înan a Rihayê wergirtin anîn Goristana Şaredariya Pirsûsê.
Piştî cenaze anîn goristanê, jinan û endamên Dayikên Aştiyê darbest danîn ser milê xwe û heta gorê meşiyan. Di merasîmê de rêveberên MEYADER, Dayikên Aştiyê yên Wanê, Komeleya Çanda Pir Sultan Abdal a Yeşîlkentê ya Stenbolê DÎAYDER'ê û Hevseroka Meclîsa Zagonsaz Fevziye Abdî jî di nav de gelek kes amade bûn. Di merasîmê de Nûnerê MEYADER'ê Medenî Aktar, Hevseroka Meclîsa Zagonsaz a Kantona Kobanê Fevziye Abdî, Pîrê Elewiyan Bektaş Pîroglu, nûnerê DÎAYDER'ê Zahît Çiftkuran axaftin kirin. Di axaftinan de diyar kirin ku li Kobanê 50 roj in berxwedan heye û vê berxwedana YPG-YPJ'ê û şehîdên Kobanê bûye rêya serkeftin, azadî, yekîtiya Kurdan.
Pişti axaftinan rêz hat girtin û dirûşm hatin berzkirin. Koma beşdarî merasîmê bû piştî axaftinan û rêzgirtinê belav bû.