Cenazeyê Şenyuva yê polîsan got ‘me kuşt’ ne diyar e

Cenazeyê Şenyuva yê polîsan got ‘me kuşt’ ne diyar e

Erhan Şenyuva yê hat ragihandin di bûyera duh bi şev li hemberî midûriyeta Çewlikê de hatiye kuştin, dema îro malbata wî çûn Çewlikê cenazeyê kurê xwe nedîtin.

Piştî duh bi şev li hemberî Midûriyeta Emniyeta Polîsan a Çewlikê êrîşa çekdarî pêk hat wesayîteke sivîlan ji aliyê polîsan ve bi îdîaya “guh nedaye hişyariya raweste” kesên têde hatine kuştin, kesek jî bi giranî birîndar bû. Di daxuyaniya îro ji aliyê Midûriyeta Emniyeta Polîsan a Çewlikê ve hat dayîn ji yên jiyana xwe ji dest dane yek jî Erhan Şenyuva ye. Di heman demê de emniyetê ku agahî dabû malbatê jî ji malbatê xwestibûn bên cenaze wergirin. Malbat a ji bo wergirtina cenaze çûne Elezîzê tevlî kar û barên teslîmgirtina cenaze bûn. Malbata Şenyuva ya ji piştî karên wergirtina cenaze gotin ku wan cenazeyê zarokê xwe di nava çar cenazeyên nîşanî wan dane de nedîtine.

Alî Bozan ê di dema gulebaranê de jiyana xwe ji dest da malbatê cenazeyê wî ji Midûriyeta Perwerdeya Millî wergirtin û birin Çewlikê. Cenazeye Bozan wê li Kanîreşê bê definkirin. Sê cenazeyên li Saziya Tipa Edlî ya Elezîz tên ragirtin nayê zanîn aîdî kê ne. Dîsa aqûbeta Şenyuva yê emniyetê kuşt nayê zanîn.