Cenazeyê Îsa Huso ji aliyê hezaran ve hate oxirkirin

Cenazeyê Îsa Huso ji aliyê hezaran ve hate oxirkirin

Cenazeyê Endamê Komîteya Dîplomasî ya Desteya Bilind a Kurd û Endamê Dîwana Meclîsa Gel a Rojavayê Kurdistanê û TEV-DEM’ê Îsa Huso ku di encama êrîşek bombeyî de jiyana xwe ji dest da, ji aliyê hezaran kesî ve hate oxirkirin.

Cenazeyê Îsa Husa ku îro serê sibehê li derdora demjimêr 06.00’an de di encama bombeya di wesayîta wî de hatiye bicîhkirin de jiyana xwe ji dest da, rakiribûn Mizgefta Qasimo ya li Taxa Xerbî. Piştî ku bûyer hate hînbûn bi sedan welatiyan û nûnerên partiyên siyasî û saziyên civakî hatin ber mizgeftê. Dema muameleyên olî dihatin kirin, girseyê jî li ber mizgeftê wêneyên Huso hildan û sloganên “Şehîd namirin”, “Îsa Huso namirin”, “Ey şehîd xwîna te li erdê namîne” qîrkirn kirin.

Piştî muameleyên olî, cenazeyê Îsa li derdora demjimêrên 17.15’an de li wesayîtê hate siwarkirin û bi karwanekî ku ji sedan wesayîtan pêk dihat ber bi Goristana Şehîd Delîl Saruxan a li Taxa Meyselunê ve hate oxirkirin.

Piştî wecîbeyên olî bidawî bûn cenazeyê Huso ji aliyê hezaran kesan ve hate defin kirin.