Cenazeyê Fehed Xelo hate defnkirin

Cenazeyê Fehed Xelo hate defnkirin

Cenazeyê welatiyê Kurd Fehed Xelo ku di encama êrîşa çeteyên El-Nusra ya li ser gundê Xelo yê Serêkaniyê de jiyana xwe ji dest dabû, ji aliyê hezaran ve li Goristana Şehîd Rustem Cûdî hate defnkirin.

Welatiyê bi navê Fehed Xelo ku 2 roj beriya niha di encama êrîşa çeteyên Dewleta Îslamî ya Iraq û Bîlad El-Şam/ Eniya El-Nusra ya li ser gundê Xelo ku 4 kîlometreyan dûrî başûrê Serêkaniyê ye jiyana xwe ji dest dabû, duh ji aliyê hezaran kesî ve hate defnkirin.

Bi hezaran Kurdistanî ji Serêkaniyê û Dirbesiyê duh demjimêr di 16.00’an de li ber navenda Saziya Malbatên Şehîdan ku cenazeyê Xelo lê bû hatin cem hev. Welatiyên ku posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Fehed Xelo û alên TEV-DEM’ê vekiribûn bênavber dirûşmayên ‘‘Bijî berxwedana YPG, Şehîd namirin.’’ Berz kirin.

Li ber Navenda Saziya Malbatên Şehîdan merasîm hat lidarxistin. Merasîm, bi rêzgirtinê destpê kir. Piştre Endamê Saziya Malbatên Şehîdan Xelîl Osman axivî û bang li ciwanên Kurd kir ku tevlî nava refên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) bibin û di parastinê de cihê xwe bigirin. Osman, kuştina siyasetmedarê Kurd Îsa Hiso ku ji aliyê hêzên tarî ve pêk hat, şermezar kir. Piştre endamê Meclîsa Herêmî ya Serêkaniyê Mehmûd Cemîl axivî û bang li gelê Kurd kir ku hêzên xwe bikin yek û di parastina herêmên xwe de cih bigirin.

Piştî ku axaftin bi dawî bûn cenazeyê Fehed Xelo bi kerwaneke wesayîtan ber bi Goristana Şehîd Rustem Cûdî ve hate oxirkirin û li vir ji aliyê hezaran kesî ve hat defnkirin.