Cenazeyê Endamê Asayîşê Dijwar Îsa spartin axê

Cenazeyê Endamê Asayîşê Dijwar Îsa spartin axê

 Cenazeyê Endamê Asayîşê Dijwar Îsa ku duh di encama êrîşeke bombeyî de jiyana xwe ji dest da, ji aliyê hezaran kesî ve hate defnkirin.

Bi hezaran kes îro demjimêr di 09.30’an de li ber Mizgefta Til Hecer kom bûn û cenazeyê Endamê Asayîşê Dijwar Îsa ku duh di encama êrîşa bombeyî de jiyana xwe ji dest da, wergirtin. Cenaze bi kerwanekî ji sedan wesayîtî pêk dihat ber bi Goristana ‘’Şehîdan’’ ku nû li gundê Dawudiyê hatiye çêkirin û 10 kîlometre li başûrê Hesekê ye, hate birêkirin.

Li goristanê jî bi sedan welatî ji gundên derdorê kom bibûn û pêşwaziya cenaze kirin. Li goristanê piştî rêzgirtina ji bo cangoriyên Kurdistanê Endamê Saziya Malbatên Şehîdan Hesen Sadûn axivî û bal kişand ser êrîşên komên çekdar ên li dijî Rojavayê Kurdistanê û diyar kir ku bi keda cangoriyên azadiyê gelê Kurd heta roja îro mafê xwe diparêzin. Sadûn êrîş şermezar kirin û banga yekîtiyê li gelê Kurd kir.Li ser navê malbata  Dijwar Îsa bavê wî axivî û  got: ‘‘Dijwar ne şehîdê min tenê ye, Dijwar şehîdê hemû gelê Kurd e, ez bi şehadeta wî pir serbilind im, bijî berxwedana YPG’ê û Asayîşê û ew in parêzerên rûmeta gelê Kurd.”

Li ser navê Hêzên Asayîşa Hesekê jî Mihemed Xelo axivî û da zanîn hemû endamên Asayîşê dê bi israr li ser rêya Dijwar bimeşin. Merasîm bi axaftina Endamê Tevgera Civaka Demokratîk   (TEV-DEM) Sabrî Efrînî dom kir. Efrînî di axaftina xwe de bal kişand ser êrîşên komên çekdar ên li dijî Rojava û got: ‘’Ev komên çekdar ên terorîst bi armanca têkbirina îradeya gelê Kurd a berxwedêr pêk hatine, bi berxwedana YPG’ê û Asayîşê aramiya Rojava dê bê parastin û êrîşên komên çete dê vala bêne derxistin.’‘

Li ser navê hêzên YPG’ê û Partiya Çep a Kurd a Sûriyeyê jî axaftin hatin kirin. Di axaftinan de li ser hessasiyeta rewşa heyî û doza yekîtiya gelê Kurd hate rawestîn.

Piştî axaftinan, cenazeyê Endamê Asayîşê Dijwar Îsa bi slogan û tilîliyan ji aliyê girseyê ve hate defnkirin.