Cenazeyê du gerîllayên HPG’ê îro dişînin Stenbolê

Cenazeyê du gerîllayên HPG’ê îro dişînin Stenbolê

Cenazeyên 2 gerîllayên HPG’ê yên li çiyayê Gabarê radestî malbatên wan hatin kirin anîn Balafirgeha Meletiyê da ku ji bo otopsiyê bişînin Stenbolê.  

Cenazeyê gerîllaya HPG’ê Vesîle Nas (Ulkem Îdîl) û yê Fuat Koç (Denîz Bîngol) ên di sala 2007’an de ji şerên cuda de jiyana xwe ji dest dabûn duh li gundê Sulak ê girêdayî Hezexê bi beşdariya bi hezaran Kurdistaniyan ve ji gerîllayên HPG’ê hatibûn teslîmgirtin.

Cenaze ku destpêkê biribûn Nexweşxaneya Hezexê paşê ji bo otopsiyê şandibûn Saziya Tiba Edlî ya Meletî. Her du malbatên gerîllayan jî hatin Meletî û ji malbatan re hatiye gotin ku cenaze şevê din ji aliyê dozgeriyê ve hatiye kontrolkirin û îro jî wê bişînin Saziya Tiba Edlî ya Stenbolê. Cenazeyên gerîlayên HPG’ê yên ji Saziya Tiba Edlî ya Meletiyê ji aliyê polîsan ve hatin wergirtin birin Balafirgeha Meletî. Hat ragihandin ku cenaze saet 23.30’an de bi balafirê wê bişînin Saziya Tiba Edlî Stenbolê.

Malbatên gerîllayan jî ji bo testa DNA û tespîtkirina nasnameyan ber bi Stenbolê ve bi rê ketin