Cenazeyê ajokarê taksiyê yê li Pilûrê hatibû revandin hat dîtin

Cenazeyê ajokarê taksiyê yê li Pilûrê hatibû revandin hat dîtin

Cenazeyê Cemal Beyazgul ê 45 salî ku ajokarê taksiyê bû û beriya niha bi 3 hefteyan li navçeya Pilûr a Dêrsimê hatibû revandin li ber rê hat dîtin.

Hatibû îddîakirin ku ajokarê taksiye Cemal Beyazgul beriya niha bi 3 hefteyan ji aliyê endamên TKP/ML TÎKKO ve hatiye revandin.

Ji Beyazgulê ku tê îddîakirin bi dewletê re hevkariyê dike sê hefte ne tu agahî nedihat girtin, cenazeyê Beyazgul li nêzî navenda Pilûrê li ber rê hat dîtin. Cenazeyê Beyazgul paşê birin Nexweşxaneya Dewletê ya Pilûr.

Di lêkolîna yekemîn de ku tu şopên gulleyan li ser beden nehat dîtin, sedema mirina Beyazgul diyar nebû. Dozgeriya Komarê ya Pilûr, ji bo sedema mirina Beyzgul aşkera bibe wê cenaze sibê bişîne Saziya Tip a Edlî ya Meletî.