‘Çekên HPG'iyên hatin qetilkirin di êrîşê de nehatine bikaranîn’

‘Çekên HPG'iyên hatin qetilkirin di êrîşê de nehatine bikaranîn’

Li Çewlikê di 9'ê Cotmehê êrîşa çekdarî de 2 polîs hatin kuştin û piştî vê êrîşê li ser rêya Darahênê 3 jê gerîlayên HPG'ê 4 welatî hatin qetilkirin. Di rapora balîstîkê de derket holê ku çekên ku li ser gerîlayên HPG'ê yên hatin qetilkirin di êrîşa polîsan de nehatine bikaranîn.

Li Çewlikê di 9'ê Cotmehê encama êrîşa çekdarî de 2 polîs hatin kuştin. Piştî vê bûyerê bi îdîaya ku êrîş pêk anîne li ser rêya Darahênê 3 jê gerîlayên HPG'ê û welatiyek sivîl ji hêla tîmên taybet ve di wesayîtê de hatin qetilkirin. Di encama rapora balîstîkê ya ku ji hêla Laboratuvara Polîsan a Krîmînal a Midûriyeta Polîsan a Amedê de derket holê ku çekên li ser 4 welatiyên li ser rêya Darahênê hatine qetilkirin tu têkiliya wê bi kuştina polîsan re tune ye. Di raporê de di encama lêkolîna li ser çek û guleyan hatiye kirin de guleyên ku di kuştina polîsan de hatine bikaranîn û ev gule hev nagirin.