Çavên dayika 5 şervanên YPG'ê li Kobanê ye
Çavên dayika 5 şervanên YPG'ê li Kobanê ye
Çavên dayika 5 şervanên YPG'ê li Kobanê ye
Emîne Zeydan Kalo ya 5 zarokên wê li Kobanê di eniya şer de ne, bi zarok û neviyên xwe re li wargeha ji Kobanan, li benda azadiya Kobanê ye. Dayik Kalo got, "Ji bo azadiya Kobanê eger pêwîst be ez ê zarokên xwe yên din jî bidim."
Emîne Zeydan Kalo dayikek 60 salî ya ji Kobanê ye. Li wargeha ji konan a li Pirsûsê dijî. Emîne Zeydan Kalo ku 14 zarokên wê hene, 5 zarokên wê li Kobanê di eniya şer de têdikoş in. Li wargeha ji konan a Rojava bi zarok û neviyên xwe, bi hêviyeke mezin li benda tacîdarbûyîna berxwendana Kobanê bi serketinê ye. Dayik Kalo destnîşan dike ku ew amade ye ji bo şoreşa Kurdistanê 9 zarokên xwe yên mayî jî bide. Dayika ku du zarokên wê aliyê mejî û bedenî ve astengdar in, naxwaze behsa zor û zehmetiyên li wargehê dijîn bike û ti carî xwe nîne ziman. Dayik Kalo dibêje ya girîng berxwedana Kobanê ye û berxwedana Kobanê ji bo wê bûye her tişt. Dayik Kalo di her firsendê de balê dikşîne ser girîngiya Şoreşa Rojava.
'EM Ê TI CARÎ JIYANA BÊ NASNAME QEBÛL NEKIN'
Emîne Zeydan Kalo da xuyakirin ku ew ê ti carî serî li ber çeteyên DAIŞ'ê netewînin û ti carî jiyaneke bê nasname qebûl nekin. Dayik Kalo got, "Kurd bi sedan salan bênasname man" û axaftina xwe wiha dewam kir: "Ev 4 sal in me dîtin ku em jî mirov in, mafên me jî hene. Bi şoreşa li Rojava re me bedewiya azadiyê dîtin. Niha ev keriyê cinawiran çeteyên DAIŞ'ê careke din dixwaze me bike kole, lê em ê êdî koledariyê qebûl nekin."
'EM BI WAN SERBILIND IN'
Dayik Kalo ragihand ku ya ew ê welatê xwe biparêz in yan jî bi komkujiyê bimirin û destnîşan kir ku zarokên wê Zekeriya, Enwer, Salih, Nîhat û Rêzan bi vê armancê li naf refên YPG'ê mane. Dayik Kalo got, "Em bi wan serbilind in, ji ber ku eger ew şervanên me nebûna, namûsa me wê niha li bazaran bihata firotin. Ji bo azadiya Kobanê eger pêwîst bike, ez ê zarokên xwe yên din jî bidim."
'HÊVIYA ME AZADIYA KOBANÊ YE'
Kurê dayika Kalo Armanc Îso yê ji aliyê bedena xwe ve astengdar e, anî ziman ku li gel rewşa xwe ya nikare bimeşe jî nexwestiye Kobanê biterikîne. Armanc Îso got, "Dema çeteyên DAIŞ'ê nêzî bajêr bûn, kekên min ên li nav refên YPG'ê li min geriyan û ez qanih kirin. Ez ti carî derneketibûm derveyî Kobanê û bê Kobanê li ti jiyanê nefikirîm." Îso hesreta xwe ya ji bo Kobanê bi van gotinan tîne ziman: "Eger Kobanê azad bibe, ez ê ji Pirsûsê heta Kobanê bi vê kursiya xwe ya astengdaran biçim. Niha hemû hêviya me azadiya Kobanê ya me ye."