Çav li Kobanê, guh li Dengê Kurdistanê ye
Çav li Kobanê, guh li Dengê Kurdistanê ye
Çav li Kobanê, guh li Dengê Kurdistanê ye
Emîn Soyal ê 70 salî ku li xeta sînor a Pirsûs-Kobanê di nobeta berxwedanê ye de di nava rojê de bi radyoya ku di destê wî de Dengê Kurdistanê guhdar dike û geşedanên Kobanê dişopîne. Soyal diyar kir ku heta serkeftinê wê li sînor bimîne.
Berxwedana Kobanê ya dîrokî didome û her wiha çalakiya nobetê ya xeta sînor jî bi biryareke mezin didome. Ji her temenê welatî di berxwedanê de cih digirin û berxwedan ketiye roja 51’ê. Yek ji van welatiya Emîn Soyal yê 70 salî yê ji Hezex a Şirnexê ye.
Soyal tevî temenê xwe wek çalakvanên din li sînoe nobetê digire û di nava rojê de bi radyoya ku di destê wî de di nava gund de digere. Soyal di radyoyê de Dengê Kurdistanê ya li Brukselê weşanê dike guhdar dike.
RADYO JI DESTAN DE NAKEVE
Soyal diyar kir ku ev 10 sal e radyoya xwe ji destê xwe danayîne û ji bilî Dengê Kurdistanê radyoyek din guhdar nakin. Soyal bi lêv kir ku ji radyoyê geşedanan guhdar dike û da zanîn ku ew jî wek welatiyên din li sînor nobetê digire.
JI BO PIŞTGIRIYÊ LI KOBANÊ NE
Soyal da zanîn ku kurekî wê di 1997’an de li qadên PKK’ê jiyana xwe ji dest daye û kurekê wê yê din jî yê 21 salî du meh berê tevlî HPG’ê bûye. Soyal da zanîn ku ji bo ew jî bibe parçeyek berxwedanê hatiye sînor û nobetê digire.
HETA SERKEFTINÊ EZ LI VIRIM
Soyal bi lêv kir ku heta serkeftina Kobanê ew ê li sînor be û bang li gelê Kurd kir ku her kes tevlî berxwedanê bibe.