Çalakiyên li Bedlîsê didomin

Çalakiyên li Bedlîsê didomin

Li Bedlîsê ciwanên ku êrîşên çeteyên DAIŞ û desteka AKP’ê ya ji bo DAIŞ’ê protesto dikin, îşev jî li kolanan bûn.

Ciwanên ku li Taxa Sapkorê li hev kom bûn li ser rêyan bend danîn û xwepêşandan li dar xistin. Di encama êrîşa polîsan de pevçûn rû dan. Polîsan bi bombeyên gazê û ava şid êrîşî ciwanan kirin. Xwepêşandêran jî bi kevir, fîşekên hewayî û molotofkokteylan bersiv da êrîşan. Li hin cihan dengên çekan hate bihîstin û pevçûnên li bajêr berdewam dikin.

Li gorî hin agahiyan polîs bombeyên gazê diavêjin kesên ku temaşeyê pevçûnan dikin jî.