Çalakgerên nobeta berxwedanê Ortakaya vegotin

Çalakgerên nobeta berxwedanê Ortakaya vegotin

Îro li gundê Miseynterê ku endama Platforma Azadiya Civakî Kader Ortakaya ji aliyê leşkerên Tirk ve hate qetilkirin, kursî hate danîn û behsa têkoşîna Ortakaya hate kirin. Çalakgerên nobeta berxwedanê yên bi Ortakaya re di nobeta berxwedanê de bûn ji bo Ortakaya mûm vêxistin û bi kulîlkên di destê xwe de heta ber deriyê sînor meşiyan.

Li gundê Miseynterê li ser sînorê Kobanê û Pirsûsê, leşkerên Tirk gule li girseya gel a di çalakiya nobetê de bû reşandin û di encamê de endama Platforma Azadiya Civakî Kader (Kadriye) Ortakaya jiyana xwe ji dest da. Ji bo Ortakaya ku beşa Sosyolojî ya Zanîngeha Eskîşehîr Anadoluyê qedandiye û lîsansa bilind ji Aboriya Xebatê ya Zanîngeha Marmarayê wergirtiye, kursî hate dayin û behsa jiyan û têkoşîna Ortakaya hate kirin. Tevî Parlamentera HDP’ê ya Mêrdînê Gulser Yildirim, hevalên Ortakaya yên ku pêre di çalakiya nobeta berxwedanê de bûn derketin ser kursiyê ku hatibû danîn û behsa jiyan û têkoşîna Ortakaya kirin. Ji hevalên nêzîk ên Ortakaya Lokman Akçin bal kişand ku Ortakaya keseke zana û xwedî zanist bû û bal kişand ser fedakariya Ortakayayê.  Akçin da zanîn ku ew her tim dilsoza gel û têkoşîna gelê xwe bû.

Akçin da zanîn ku ji ber sekn û pratîka xwe leşkeran nîşan li wê girt û ew qetil kirin û got: “Ji ber ku me di vê têkoşîna xwe de hevaleke xwe ya ewqas hêja winda kiriye em xemgîn in. Lê tişta ku dikeve ser milê me ew e ku em têkoşîna hevala xwe di nîvî de nehêlin û ji cihê ku lê maye bidomînin.” Parlamentera HDP’ê Gulser Yildirim  diyar kir ku wê Ortakaya duh di bernameyek a TV de dîtiye û gelek ji wê bandor bûye. Yildirim diyar kir ku ji ber dilsoziya wê ya bi têkoşîn û gelê wê re ew ji wê bandor bûye û got: “Heta ku ciwanên me yên mîna Kaderê hebin em tê tu carî bin nekevin. Em ê teqez bi ser bikevin.”

Ji çalakgeran Fazîlet Polat a ku ji Colemêrgê tevlî çalakiya nobetê bûye diyar kir ku sekneke mînak a Ortakaya hebû û da zanîn ku jiyana rojane ya çalakiya berxwedanê de bi parvekirina bi her kesî re li pêş bû û da zanîn ku gelek dihate hezkirin. Polat da zanîn ku piştî ku Ortakaya ji aliyê leşkeran ve hate qetilkirin, weke ku ewladek xwe winda kiribe ez ewqas xemgîn bûye.

Piştî axaftinan mûm hatin pêxistin, girse bi dirûşm û kulîlkên di destê xwe de ji Miseynterê heta Deriyê Sînor ê Kobanê meşiyan. Girseya gel rêya Deriyê Sînor ê Murşîtpinarê li trafîkê girtin, gul danîn û mûm pêxistin. Çalakgeran piştre bi hev re strana “Bijî Rojava” gotin.