Bûldan: Em ê ti carî nebin aliyê pêvajo qedandiye
Bûldan: Em ê ti carî nebin aliyê pêvajo qedandiye
Bûldan: Em ê ti carî nebin aliyê pêvajo qedandiye
Pervîn Bûldan a di nava heyeta HDP'ê ya bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtinan pêk tîne de cih digire, destnîşan kir ku divê hikûmeta AKP'ê gaveke şênber biavêje û got, "Eger pêvajo biqede ev yek wê ji aliyê Birêz Ocalan yan jî aliyê Kurd ve nehatibe kirin. Em ê ti carî nebin aliyê pêvajo qedandiye."
Rewş û bûyerên meha dawî tên çi wateyê? Pêvajo hînê dewam dike yan qediya ye? Wê ji niha û pê ve çi bibe? Di mijara sekreterya de dewletê çi got? Hikûmetê çi kir? Bersiva van pirsên krîtîk Cîgira Serokê Koma HDP'ê Pervîn Bûldan a ji destpêkê ve di nava heyeta muzakereyê de cih digire, bersivand.
Bûldan diyar kir ku piştî polemîkên bûyerên 6-7'ê Cotmehê pêvajo sekiniye û ne bi heyeta dewletê ne jî bi heyeta hikûmetê re hevdîtinekn ehatiye kirin. Bûldan da xuyakirin ku xwedîderketin û têkneçûna Kobanê hikûmet aciz kiriye, lewma bi daxuyaniyan dest bi kampanya lînçkirina HDP'ê kiriye û destnîşan kir ku ew dikarin bi awayekî hêsanî bêjin, di helwesta hikûmetê de guhertinek heye.
HIKÛMETÊ PÊVAJO RAWESTAND
Bûldan ragihand ku pêvajoya diyalogê ya sal û nîvekê diviyabû veguheriya muzakereyê û ji bo vê yekê jî wan daxwazên xwe yên weke sekreterya, desteya şopandinê û berfirehkirina heyeta muzakereyê parve kirine, lê daxuyaniyên neyînî yên rayedarên hikûmetê, sînyala rawestandina pêvajoê dane. Bûldan got, "Hikûmetê pêvajo sekinand û di zimanê polemîkê de dewam dike. Em encamên vê bi hev re dijîn. Êrîşa li hemberî endamê meclîsa partiya me Birêz Ahmet Karataş yek ji van encaman e. Ziman, rê û rêbaza hikûmetê ne rast e."
Cîgira Serokê Koma HDP'ê Pervîna Bûldan da xuyakirin ku mijar ne tenê Kobanê ye û anî ziman ku hikûmet ji dil tevlî projeya aştiyê, projeya muzakereyê nebû.
GULIYEKÎ TENÊ HEYE KU HIKÛMET XWE PÊ BIGIRE
Bûldan da zanîn ku di rewşa heyî de bi tenê guliyek maye ku hikûmet xwe pê bigire, ew jî pêvajoya çareseriyê ye û got, "Eger di vê mijarê de helwesteke zelal nîşan bide û ji bo rêveçûna pêvajoyê gavên şênber û pratîkî biavêje, bi dîtina min pêvajo wê bi lez û bez veguhere pêvajoya aştiyê. Ji ber ku di hevdîtnên bi Îmrali û Qendîlê re, her du aliyan ev yek bi awayekî gelekî zelal destnîşan kirin."
Di mijara sekreteryayê de Bûldan ragihand ku wan di hevdîtina herî dawî ya bi heyeta dewletê re mijara sekreteryayê xistin rojevê û rastî nêzîkatiyeke erênî hatibûn. Bûldan got, "Lê belê dema ku hin mijarên cuda derketin pêşiya vê, sekreterya jî veguherî hincetekê."
DI NAVBERA HEYETA DEWLETÊ Û HIKÛMETÊ DE LIHEVNEKIRINEK HEYE
Bûldan bal kişand ser hevdîtinên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên bi heyeta dewletê re û wiha axivî: "Di navbera heyeta dewletê û Birêz Ocalan de bêahengî nîne. Ji ber ku di her hevdîtinê de Birêz Ocalan diyar dike ku bi heyeta dewletê re hevdîtinên erênî kiriye û dibe ku encamên erênî derkevin holê. Di vir de ya bingehîn vîna siyasî ye, hikûmet e. Lewma dibe ku di navbera hikûmetê û dewletê de lihevnekirinek heye. Ez hin sînyalan dibînim ku heyeta dewletê û hikûmet di hin mijaran de li hev nakin."
Bûldan da xuyakirin ku hevdîtinên di navbera Ocalan û heyeta dewletê de esas in û anî ziman ku divê hikûmet jî êdî bê ser vê xetê.
PÊVAJO XERA BIBE EV YEK WÊ TI CARÎ NE JI BER BIRÊZ OCALAN YAN JÎ ALIYÊ KURD BE
Bûldan li ser rêveçûna pêvajoyê, qetilkirina sê siyasetmedarên jin ên Kurd li Parîsê bibîr xist û anî ziman ku li gel vê komkujiya namerdî jî pêvajo hat dewamkirin. Bûldan da zanîn ku ew bawer e Ocalan wê ronahiyeke biçûk jî bikar bîne û got, "Ez dizanim ku Birêz Ocalan di mijara dewamkirina vê pêvajoyê de gelekî bi biryar e. Lê destnîşan dikim ku divê hikûmet jî li gorî vê helwestekê nîşan bide. Birêz Ocalan gelekî bi biryar û xwedî vîn e. Ne tenê li Tirkiyeyê li Rojhilata Navîn dîzayneke nû tê kirin û di nava vê dîzaynê de nedîtina Kurdan, tinehesibandina Kurdan, înkarkirina Kurdan ne rê ye, ne jî rêbazeke rast e. Lewma Birêz Ocalan li temamiya vê rewşê dinêre û dinirxîne. Ji ber vê yekê her carê bang li hikûmetê dike. Ez dizanim ku li gel neyîniyên di rojên dawî de qewimîne jî eger ronahiyekê bibîne wê ji bo rêveçûna pêvajoyê bikar bîne û her gava bê avêtin bi erênî binirxîne. Lê hêvîdar im ku hikûmet wê di vê mijarê de Birêz Ocalan fêm bike, tiştên ew dibêje baş bixwîne. Eger pêvajo biqede ev yek wê ti carî ne ji ber Birêz Ocalan be. Vê yekê jî baş dizanim. Pêvajo biqede, wê ev yek ji aliyê tevgera Kurd ve jî neyê kirin. Di vê mijarê de berpirsyarî û wezîfeyên gelekî mezin dikevin ser milê hikûmetê.
ÇEND ROJÊN PÊŞ GELEKÎ GIRÎNG IN
Cîgira Serokê Koma HDP'ê Pervîn Bûldan diyar kir ku ew hêvîdar e wê pêvajo neqede û ev yek jî ji niha û pê ve bi rê û rêbaza hikûmetê, gavên pratîkî yên hikûmetê ve girêdayî ye. Bûldan got, "Pêwîstiya me bi demeke bi çend rojan heye. Em texmîn dikin ku di nava çend rojan de wê hikûmet jî di vê mijarê de xwe zelal bike. Ev çend rojên pêş ji bo me gelekî girîng e. Em rewşê dişopînin. Eger me sînyalek ji bo hevdîtinê dîk, em ê ji nû ve dest bi hevdîtinan bikin û bixwazin bi Birêz Ocalan re hevdîtinê bikin."
ME ENDAMÊN DESTEYA ŞOPANDINÊ JI HIKÛMETÊ RE RAGIHAND
Bûldan anî ziman ku di destpêka pêvajoyê de wan xwestine Desteya Şopandinê bê avakirin û got, "Piştre di çarçoveya vê daxwaza me de Heyeta Aqilmendan hat avakirin. Lê belê Desteya Şopandinê ne weke Heyeta Aqilmendan e, divê pêvajoya aştiyê karibe birêve bibe. Pêwîstî bi gelek kesan tine. Rêxistinbûyînek ji 15-16 kesan. Em bawerin ku Desteya Şopandinê wê tevkariyeke mezin li pêvajoyê bike. Me ji aliyê xwe ve di vî warî de amadekarî kir, nav zelal kir. Hem bi Birêz Ocalan hem jî bi Qendîlê re parve kir. Me ev nav bi heyeta dewletê re jî parve kir. Lê belê hînê sînyalek ji bo avabûna vê rêxistinbûyînê nedîtine. Divê ev tavilê bikeve meriyetê."
Bûldan der barê bûyerên cînayetê yên di demên dawî de qewimîne xwest Komîsyona Lêkolînê ya Meclîsê bê avakirin.
EM BI XWE JÎ NEXŞEYA RÊ NIZANIN
Bûldan diyar kir ku weke partî wan ji destpêkê ve destnîşan kirine ku divê pêvajo vekirî û bi zelalî bê meşandin û ragihand ku aliyê niha hewl dide pêvajoyê li pişt deriyan bimeşîne hikûmet e. Bûldan got, "Mînak; behsa nexşeya rê tê kirin. Lê haya me bi xwe jî ji vê nexşeya rê nîne. Halbûkî hem em, hem Qendîl hem jî raya giştî li bendê ne ku naveroka vê nexşeya rê bizanibe. Ji bo bersivdayîna li van bendewariyan, pêwîstî bi daxuyaniyên hikûmetê heye. Eger pêvajo vekirî û zelal be, wê raya giştî hîn bêtir destekê bide. Hikûmet dikare civîn, biryarên wergirtî û kar û barên dixwazin bikin bi raya giştî re parve bike. Em vê dikin, eger ew jî bike wê kêrhatî be."