'Binpêkirinên mafan tu sînoran nas nakin'
'Binpêkirinên mafan tu sînoran nas nakin'
'Binpêkirinên mafan tu sînoran nas nakin'
Komîsyona Girtîgehan a Navenda ÎHD û Şaxa ÎHD ya Erziromê ragihandin ku binpêkirinên mafan ên di girtîgehên tîpên H û P ên Erziromê tu sînoran nas nakin.
Komîsyona Girtîgehan a Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) û Şaxa Erziromê ya ÎHD’ê li girtîgehên tîpên E û P ên Erziromê û lêkolîn kirin. Heyeta ÎHD’ê di lêkolînên du rojan de bi girtîgeh, dozgerên girtîgehan û malbatên girtiyan re hevdîtin pêk anîn. Heyetê piştî hevdîtinan li Şaxa Erziromê ya ÎHD’ê civîneke çapemeniyê pêk anî.
Endama Desteya Rêveber a ÎHD û Endama Komîsyona Girtîgehan a Navenda ÎHD’ê Necla Şegul diyar kir ku binpêkirinên di girtîgehên navborî de tu sînoran nas nakin û da zanîn ku girtî bi destên kelepçekirî ve tên dermankirin. Şengul da zanîn ku ev pêkanîn tê wateya binpêkirina mafê mirovan û Protokola Stenbolê jî. Şengul da zanîn ku ew giliyê vê yekê li gel Yekîtiya Tabîban bikin.
Şengul da zanîn ku wan der barê pirsgirêkên di girtîgehan de agahî girtine û got: “Ji ber ku xwarin kêm e, girtî nikarin têr xwarinê bixwin. Karanîna ava germ ne bi rêk û pêk e. Her wiha şert û mercên rewşa hewayê jî dijwar in û ev yek jî bandoreke neyênî dike.”