Bila çekê bidin YPG'ê, ev besî me ye

Bila çekê bidin YPG'ê, ev besî me ye

Di rewşeke ku bi mîlyonan mirov ji bo rakirina ambargoya li hemberî Kobanê û vekirina korîdora alîkariyê ya lezgîn herikiye kolanan de, şêniyên Kobanê yên ji ber dorpêçiya DAIŞ'ê neçar man gundên xwe vala bikin dixwazin ji berxwedêrên YPG û YPJ'ê re çek bên dayîn. Xalîse Mûhammed a gundê wan beriya 26 salan ji aliyê DAIŞ'ê ve hat dagirkirin ji ANF'ê re axivî û got, "Me dest ji xwe berdan, bila çekê bidin şervanên me yên YPG'yî ev besî me ye."

Yek ji gundên li rojavayê Kobanê ku çeteyên DAIŞ'ê dagir kirine, gundê Edîkoye. Ji ber dorpêçiya DAIŞ'ê dayika çar zarokan Xalîse Mûhammed a 37 salî neçar ma koçî gundê Betxê yê Pirsûsê bike. Yekane daxwaza Mûhammed dayîna çekan ji bo berxwedêrên YPG/YPJ'ê ye.

EREBÊN LI GUND DESTEK DAN DAIŞ'Ê!

Mûhammed ku hevserê wê Elî beriya salekê li nav refên YPG'ê di şer de jiyana xwe ji dest da, li gundê Edîkoyê di nav şer de çar zarokên xwe mezin dikir, lê belê çeteyên DAIŞ'ê gundê wan dorpêç kir. Mûhammed diyar kir ku ji bo jin û zarok zerarê nebînin şervanên YPG/YPJ'ê di nîvê şevê saet di 01'ê de ji wan xwestine jin û zarok ji gund derkevin û got, "Li aliyekî gundê me Kurd, li aliyê din jî Ereb dijiyan. Kurdan gund vala kirin, lê cîranên me yên Ereb tevî xeteriyê jî israr kirin ku bimînin. Destpêkê min ev rewş fêm nekir û ez li ber wan ketim. Lê belê piştre hîn bûm ku bi DAIŞ'ê re hevkarî kirine û vê yekê min êşand. Halbûkî em bi salan bi hev re dijiyan, me nanê xwe bi hev re parve kirin. Çawa dikarîbûn destekê bidin van çeteyên ewçend dijmin. Vê rewşê bi rastî jî ez hejand. Çawa me gund vala kir, DAIŞ'ê malên me dagir kir. Heywanên me telef kirin, ew tî û birçî hiştine."

BILA DEWLETA TIRK PÊŞÎ NEGIRE, BES E

Mûhammed ragihand ku ew ji bo demeke demkî li dibistana seretayî ya li gundê Betxê yê Pirsûsê bi zarokên xwe maye, lê dilê wê her kêliyê ji bo Kobanê lê dide û destnîşan kir ku berxwedana dîrokî ya YPG li dijî van hovan nîşan dide, wan li ser piyan digire.

Mûhammed nêzîkatiya dijminane ya dewleta Tirk a li hemberî Kobanê şermezar kir û anî ziman ku Tirkiye ya ji bo Filistînê di her firsendê de dengê xwe bilind dike, gava Kurd dibe mijara gotinê çavê xwe li zimê digire. Mûhammed got, "Bila şaş neyê fêmkirin, em ne li benda rehma dewleta Tirkiyeyê ne. Ji xwe em baş dizanin ku ew kîjan alî digire. Dema hembêza xwe li gelê Sûriyeyê vekir, carekê jî destê xwe yê alîkariyê dirêjî me nekir. Eger gelê me yê li vir û mirovên ji Stenbol, Enqereyê alîkarî tînin nebûna, em ê li vir perîşan bûna. Ji ber vê yekê bi tenê daxwazek me ji wan heye, bila nebin asteng bes e."

YEKANE HÊVIYA ME YPG YE!

Mûhammed bibîr xist ku kujerên xwînsar ên mîna DAIŞ'ê ancax dikarin ji aliyê cinawirên xwedî heman mejî bên destekkirin û destnîşan kir ku DAIŞ ne tenê ji bo Kurdan ji bo tevahiya cîhanê xeteriyeke mezin e. Mûhammed bibîr xist ku DAIŞ çi jin çi zarok her kesî qetil dike û hovîtiya DAIŞ'ê ya li nêzî gundê wan hat jiyîn wiha vegot: "Du zarokên 12 salî yên li gundekî nêzî sînor pezê xwe diçêrandin hebûn. Zerar nedidan kesî. Hînê zarok bûn. Rojekê telefonek hat. Yê geriya xizmê min bû. Ji min re got ku DAIŞ'ê ew her du zarok bi xwînxwarî qetil kiriye. Serê wan jê kirine. Nabe ev bibin Misilman, vana bi awayekî vekirî xizmetê ji şeytên re dikin."

Mûhammed da xuyakirin ku yekane hêviya wan YPG ye û got, "Me dest ji xwe berdan. Em alîkariyê naxwazin. Bila çekê bidin şervanên me yên YPG'ê, bila ambargoyê arkin. Ji xwe eger çek ji YPG'ê re were dayîn em ê bi ser bikevin, em ê gundên xwe rizgar bikin."