Bi xebateke enternasyonal ji bo Kobaniyan wargeha ji kon tê çêkirin
Bi xebateke enternasyonal ji bo Kobaniyan wargeha ji kon tê çêkirin
Bi xebateke enternasyonal ji bo Kobaniyan wargeha ji kon tê çêkirin
Ji bo Kobaniyên ji ber êrîşên rêxistina hov DAIŞ'ê neçar man cih û warên xwe biterikînin û li Pirsûsê li kolanan, embar, malên serxweşiyê û salonên dawetê dimînin, bi pêşengiya Şaredariya Pirsûsê, sêyemîn wargeha ji konan tê avakirin. Di xebatên çêkirina vê wargeha bi navê Arîn Mîrxan de, ku wê payîn 5 hezar kes bên vehewandin, Kurd, Tirk, Îngilîz, Elman û Fînî bi dilxwazî cih digirin.
Beşeke mezin a Kobaniyên ji ber êrîşên DAIŞ'ê gund û bajarên xwe terikandin û hatin navçeya Riha Pirsûsê, li mizgeft, malên serxweşiyê, embar, park û kolanan dimînin, yên mayî jî li wargehên bi navê "Kobanê" û "Rojava" yên ji aliyê Şaredariya Pirsûse ve hatine amadekirin, tên vehewandin. Şaredariya Pirsûsê ku ji bo mexdûrên cihekî lê bimînin bîne ket nava tevgerê, dest bi çêkirina "Wargeha Kon a Şehîd Arîn Mîrxan" a ji 350-400 konî kir ku xebatên çêkirina wargehê li ber qedandinê ye. Di çêkirina wargeha ku tê plankirin nêzî 5 hezar kes bên bicihkirin de, li gel Pirsûsî, Kobaniyî û welatiyên ji bajarên cuda yên Kurdistan û Trikiyeyê, gelek biyaniyên ji Fînlandiya, Îngilîstan û Elmanyayê bi dilxwazî cih digirin. Endama Meclîsa Şaredariya Pirsûsê Esra Guler a di koordînasyona vê xebata dilxwazan de cih digire, diyar kir ku ji ber ew bi derfetên xwe dixebitin, çêkirina wargehê hinekî ajotiye.
Guler da zanîn ku AFAD, walîtî û qeymeqamtiyê soz dane wan ku alîkariyê bidin lê belê ev soza xwe bicih neanîne û got, "Lewma ev wargeh cihekî ku bi derfetên me û bi alîkariya her kesên ji xwe re dibêje ez mirov im, tê çêkirin e. Bi hin saziyên alîkariyê re em hewl didin hin tiştan derxînin holê. Em plan dikin ku bi qasî 5 hezar kesî li vir bicih bikin. Armanca me ev e. Zivistan nêz e, lewma em hewl didin demek ji ya din zûtir biqedînin. Xebateke berfireh tê meşandin. Hemû heval alîkariyê dide hev û dixebitin. Her roj ji deverekê heval tên. Ev xebat xebateke enternasyonal e. Karê me yê îro gelekî rengîn bû." Guler da xuyakirin ku pêwîstiya wan niha bi xalîçe, sungêr û betaniyê heye û got, "Li qadê niha 10 banyo, tiwalet û cihê şuştina kincan hene. Em dixwazin vê hejmarê zêde bikin."
YÊN LI DERVE MANE WÊ WERIN BICIHKIRIN
Guler diyar kir ku ji bo bicihkirina malbatan wan dest bi qeydkirinê kirine û got, "Ji bo bicihkirina malbatan me cihêkarî nexist navbera ti kesî. Lê belê vê gavê ji bo me ya girîng bicihkirina mirovên li derve mane ye. Piştî ku me mirovên li derve mane bicih kirin, em ê mirovên xwe yên li mizgeftan, embar û cihên mîna wan ji neçarî bicihbûne, bînin vê derê."
JI BO BÎRANÎNA ARÎN MÎRXAN
Guler der barê navê Arîn Mîrxan çalakgera fedaî ya li dijî çeteyan, ku li wargehê hatiye kirin wiha axivî: "Em bi hevalan re axivîn, me xwestin wateyeke xwe hebe. Me rast dîtin ku navê Arîn Mîrxan a di çalakiya fedaî de şehîd ket lê bikin, ku bîranîn û jiyana wê jîndar bikin. Me tabelaya xwe bicih kirin. Bi rastî jî li vir drameke însanî tê jiyîn. Em banga vê dikin. Li vir drameke însanî heye û divê her kes tiştekî bike."