‘Bi van êrîşan dê nekarin îdareya gelê Kurd têk bibin’

‘Bi van êrîşan dê nekarin îdareya gelê Kurd têk bibin’

Rêveberiya Giştî ya Têkiliyên Dîplomasî ya Rojavayê Kurdistanê derbarê êrîşa li dijî Endamê Komîteya Dîplomasî de daxuyaniyek da û diyar kir ku, bi van êrîşan dê nikaribin îradeya gelê Kurd têk bibin.

Rêveberiya Giştî ya Têkiliyên Dîplomasî ya Rojavayê Kurdistanê daxuyaniyek nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku, îro di demjimêr 06.00’an de bombeya ku di wesayîta Endamê Komîteya Giştî ya Têkiliyên Dîplomasî ya Rojavayê Kurdistanê û Endamê Dîwana Serokatiya Meclîsa Gel a Rojavayê Kurdistanê Îsa Hiso de hatibû bicihkirin teqandin û di encamê de Îsa Huso jiyana xwe jidest da.

Di berdewama daxuyaniyê de ev tişt hate gotin: “Êrîşa li dijî kesayeta hevalê me Îsa Huso ku bi awayekî terorîstî pêk hatiye, têkçûna komên êrîşkar a ku li dijî îrade û vîna gelê Kurd a azad nîşan dide. Em van êrîşan şermezar dikin û em ji êrîşkaran re dibêjin ku bi kiryara xwe ya nemerdane hevalê me Îsa ji nav me birin, lê bila baş bizanin ku hevalê me yê Şehîd Îsa Huso dê di wijdanê me û her kurdekî azad de jiyan bike.”

Di daxuyaniyê de hate gotin ku, komên êrîşkar nikarin nirx, edalet û jiyana azad ku  Îsa Huso bê pawer dikir tunebikin û wiha pê de çû: ‘‘Terora bi vî rengî dê nikaribe me têk bibe, lê belê dê hêz û israra me zêde bike.”

Di dawiya daxuyaniyê de ev tişt hate gotin: “Em di kesayeta rêhevalê xwe yê Şehîd Îsa Huso de soz didin hemû şehîdên xwe ku em ê heta bidestxistina azadî û demokrasiyê li ser riya wan bimeşin.”