Bi navbeynkariya DBP’ê li Wanê du malbat li hev hatin

Bi navbeynkariya DBP’ê li Wanê du malbat li hev hatin

Li Wanê aloziya berî niha bi 5 mehan di navbera du malbatan de rû da û bû sedema ku mirovek jiyana xwe ji dest bide, bi dehan kes birîndar bibin, bi navbeynkariya DBP’ê bi dawî bû.

Tîrmeha buhrî di navbera kesên ji eşîra Xelîlan û Brûkiyan de ku pevçûn derket û di vê pevçûnê welatiyê bi navê Sabri Tomay jiyana xwe ji dest da, 4 welatî birîndar bûn. Bi navbeynkariya Serokatiya Bajêr a DBP’ê malbat li hev hatin.

Li oteleke li navçeya Artemêtan a Wanê ku xwarina aştiyê hat dayîn, Parlamenterê Wanê yê HDP’ê Ozdal Uçer, Parlamenterê Qersê yê HDP’ê Mulkiye Bîrtane, Serokê Rêxistina DBP’ê ya Wanê Mûsa Îtah, Hevşaredarê Bajarê Mezin a Wanê Bekîr Kaya, hevşaredarên navçeyan, hevserokên navçeyan, aktîvîstên Meclîsa Dayikên Aştiyê, Serokê Komeleya Piştevaniya bi Melayan re ya Wanê (VADAY-DER) Mugdat Mîrekoglu û nêzî 3 hezar kes amade bûn.

Piştî deqeyek rêzgirtina ji bo şehîdên aştî û azadiyê Serokê Rêxistina Wanê ya DBP’ê Musa Îtah, diyar kir ku gelê Kurd têkoşîneke mezin dide û got, “Encam çi dibin bila bibin em alîgirên aştiyê ne. Aştî encameke ku mirov nikare jê bireve. Em ku têkoşîneke mezin a azadiyê didin em ê qet destûr nedin pevçûnên biçûk. Jixwe têra xwe dijminên me hene. Lewma em dawî li vê birakujiyê bînin. Binêrin her roj cenazeyên şehîdan ji Kobanê tên. Lewma em dawî li birakujiyê bînin.”

Îtah herî dawî got, “Aştiya me ji bo her kesî ser xêrê be.”  

Piştî Îtah Parlamenterên HDP’ê Ozdal Uçer û Mulkiye Bîrtane jî axivîn.

Endamên malbatan jî ku axivîn bal kişandin ser girîngiya aştiyê û ji ber hewldanên wan DBP, HDP û KCD spas kirin.

Piştî axaftinan xwarina aştiyê hat dayîn.