Bi forma bi nivîsa 'Bijî berxwedana Kobanê' daket qada lîstikê
Bi forma bi nivîsa 'Bijî berxwedana Kobanê' daket qada lîstikê
Bi forma bi nivîsa 'Bijî berxwedana Kobanê' daket qada lîstikê
Tîma Kayapinar Belediyespor a voleybolê ya mêran, ku di koma 5. a Lîga 3. a Voleybolê ya Tirkiyeyê de têdikoşe, di maça xwe ya li mala xwe de bi formaya bi nivîsa 'Bijî Berxwedana Kobanê' daket qada lîstikê û maç bi encama 3-0 qezenç kir.
Tîma Kayapinar Belediyespor a voleybolê ya mêran, ku di koma 5. a Lîga 3. a Voleybolê ya Tirkiyeyê de li ber xwe dide, di maça li hemberî Mûş Gençlîksporê de bi formaya bi nivîsa 'Bijî Berxwedana Kobanê' daket qada lîstikê.
Di maça li Kompleksa Amed Spor a Şaredariya Peyasê de Tîma Kayapinar Belediyesporê hevrikê xwe Mûş Gençlîkspor bi setên 25-16, 25-22 û 25-12 bi encama 3-0 têk bir. Tîma Kayapinar Belediyespor bi forma xwe ya bi nivîsa 'Bijî Berxwedana Kobanê' rastî eleqeyeke mezin hat û alîgirên tîmê li ser piyan jê re li çepikan dan. Tîma Kayapinar Belediyespor bi vê serketinê re, ji her du maçên lîgê bi awayekî serketî derket.